Koçberên li Kobanê: Hêviya me ya vegera li malên xwe zindî ye

Koçberên li Kobanê ya dorpêçêkirî zehmetiyên koçberî û kêmbûna derfetan vegotin û diyar kir ku hêviya wan a vegera li malên xwe qut nebûye.

12 sibat, 2026   04:55
KOBANÊ
DICLE EHMED

Di Çileya borî de komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên ku destekê ji dewleta Tirk a dagirker digirin, êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di encamê de bi sed hezaran sivîl ji Tebqa û Reqayê koçber bûne. Di nava wan de koçberên ji Efrîn, Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de hebûn. 

Nêzî 200 hezar kes koçî bajarê Kobanê kir û li nêzî 70 dibistan, mizgeft û holan de hatine bicihkirin û hin jî li gel xizmên xwe dimînîn.

Li gel dorpêçe ku 24 roj e li ser Kobanê hatiye ferzkirin, rewşa 600 hezar kesên li Kobanê dimînin, girantir dibe.

Besme Mihemed a 68 salî û ji gundewarên navçeya Çelebiyê koçî bajarê Kobanê kiriye, got: “Me berê xwe da bajarê Kobanê, ji ber ku gundê me topbaran dikirin. Em wê şevê di erebeyên xwe de man û roja dîtir em û 25 malbatên ji gundê me hatin mizgeftê. Di nava me de zarok, nexweş, pîr û kal hene. Mazot têra me nake û gelekî sar e. Em li bendê ne ku vegerin malên xwe. Berî şer min pişta xwe emeliyat kiribû, pêdiviya min bi derman heye û divê serma li min nexe. Niha derman û mazot têrê nakin û xwarina me nîn e. Mirovên mezin dikarin birçîbûnê tehemul bikin lê belê zarok nikarin bê xwarin bimînin.”

Besme Mihemed anî ziman ku malên wan hatine talankirin û wiha got: "Çeteyên ketin gundê me hemû mal û milkên me talan kirine.”

Besme di dawiya gotinên xwe de got: "Ev ne cara yekem e çete êrişî me dikin. Lê belê em her tim li ber xwe didin û em ê bi ser bikevin."

Cîhan Muslim jî hêvî kir ku vegerin gundên xwe û bi aramî bijîn û wiha domand: "Rêveberiya Kobanê koçber ji gelek bajar û gundan pêşwazî kir û ew li dibistan, camî û saziyan bi cih kirin. Niha hejmara xelkê Kobanê û koçberên li vir gihîştiye 600 hezarî. Em niha li Kobanê bi ewle ne lê bele piştî em vegerin em ditirsin çete me birevînin û bukjin. Wan mal û milkên me talan kirin. Em dixwazin çete ji gundên me dûr bikevin."

ANHA