Sûriye, pirsgirêkên Filistînê û Lîbyayê mijarên ragihandina erebî ne

Di nirxandinên çavdêran de, siyasetên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên di bin bandora selefîtiyê de ji lihevkirina neteweyî dûr dikeve û asta dûrxistina pêkhateyan zêde dike. Li Filistînê, hewldanên vejandina çareseriya du dewletan ji nû ve ketiye rojevê. Zexta navneteweyî ya ji bo bêçekkirina Hizbullahê Lubnanê ditengijîne.

Sûriye, pirsgirêkên Filistînê û Lîbyayê mijarên ragihandina erebî ne
31 tîrmeh, 2025   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, konferansa navneteweyî ya li New Yorkê ku têkildarî Filistînê tê lidarxistin, dosyaya Lubnan û Hizbullahê û dan û standinên berdewam ên li Lîbyayê rojevên îro yên ragihandina erebî ne.

‘ISRARA HIKUMETA VEGUHÊZ A DÛRXISTINA PÊKHATEYAN ZÊDE DIBE’

Rojnameya El Quds El Erebî di nivîsa xwe ya li ser krîza Sûriyeyê de, behsa polîtîkayên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir. Rojnameyê bûyerên dawîn ên li Siwêdayê wek rojeveke di raporeke xwe de girt dest. Di raporê de hat gotin ku siyaseta hikumeta niha, berdewamiya rêbaza rejîma berê ya Sûriyeyê ye. Ew têgehên dewlet û desthilatdariyê ferz dikin. Hewldana hikumeta veguhêz ew e hegemonyayê ferz bike.

Rojname di rapora xwe de destnîşan dike hikumeta niha xwedî karektereke selefî-cîhadîst e. Prensîba lihevkirina neteweyî red dike û di dûrxistina pêkhateyên cihêreng ên gelê Sûriyeyê de israr dike. Rewşa li Siwêdayê tê kirin û beriya wê li Ceramana û Eşrefiye Sahnaya, her wiha komkujiya li perava Sûriyeyê van rastiyan nîşan dide.

Li gorî rojnameyê koma desthildar a li Sûriyeyê bi tena serê xwe çarenûsa welat girtiye. Di heman demê de şeklê dewletê, têkiliyên wê yên navdewletî û sîstema wê ya aborî û civakî jî bi heman rengî ye. Bîrdoziya xwe ya teybat û nerîna xwe ya li ser esasê têkiliya hakim û mehkûm pêk tê. Ev rêbaza wan bi milyonan welatiyên Sûriyayê li ser esasê olî, çandî û mezhebî paş guh dikin.

REWŞA FILISTÎNÊ

Rojnameya El Xelîc di rapora xwe de bal kişand ser konferansa navneteweyî ya li New Yorkê ku li ser çareserkirina pirsgirêka Filistînê hate lidarxistin. Di konfreansê de nûnerên zêdetirî 100 welatan hatin cem hev. Di konferansê de belgeyeke dawî hate weşandin. Tê de nexşerêyek ji bo çareseriya du dewletan wekî tekane rêya pêkanîna aştiyeke mayînde û berfireh pêk tîne. Di raporê de damezirandina dewleteke Filistînê ji aliyê Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve hate redkirin. Lê welatên wekî Brîtanya, Fransa, Awistralya û welatên din ên Ewropayê pê re bûn ku dewleteke Filistînê were ragihandin.

Konferansê pêwîstiya bidawîanîna şerê li Xezayê û pêkanîna çareseriyeke siyasî bi rêbaza du dewletan piştrast kir. Di heman demê de tekez kir ku çareseriyeke leşkerî û dagirkerî ne guncaw e aştiyê bîne. Îmarat ji bo çareseriyeke siyasî û bidawîanîna karesata mirovî ya li Xezeyê û Şerîaya Rojava nerîneke erênî anî rojevê. Berevajî vê, DYA’yê belgeya konferansê red kir.Belge wekî astengiyeke li pêşiya hewldanên aştiyê bi nav kir.

LUBNAN Û ALOZIYA HIZBULLAHÊ

Tora Sky News behsa zextên zêde yên DYA’yê û aliyên navneteweyî yên li ser hikumeta Lubnanê kir. Ev zext ji bo bêçekkirina Hizbullahê têne kirin. Civîna dîrokî ya hikumeta Lubnanê tê payîn ji bo nîqaşkirina vê mijarê were lidarxistin.

Heman torê destnîşan kir Hizbullah danîna çekan bi temamî red dike û wê wek xizmeta ji Îsraîlê re bi nav kir. Sekreterê giştî yê hizbê Neîm Qasim diyar kir çekên wan beşeke sereke ya nasnameya partiya wan e. Li aliyê din hikumeta Lubnanê bi biryar plana xistina hemû çekan di destê dewletê de, nîqaş dike. Lê beranberî wê gelek astengî hene.

Di heman raporê de tê gotin, welatên ji nû ve avakirina Lubnanê fînase dikin, mijarê bi çekdanîna Hizibullahê ve girê didin.

‘LÎBYA LI SER MASEYA TRUMP E’

Tora El Şirûq El Exbariyê li ser serdana şêwirmenê serokê DYA’yê yê kar û barên welatên Ereban û Afrîkayê ya li Lîbyayê nivîsî. Rojnameyê bal kişand ser hevdîtinên Polis a bi berpirsên payabilind ên li Terablus û Binxazî û destnîşan kir wî helwesta aliyan mêze kiriye bê ka derfet heye lihevkirineke siyasî û çareseriyeke mayînde pêk were yan na.

Di raporê de hate destîşankirin tevî hevdîtinên zêde yên DYA’yê piştgiriya xeta navneteweyî ya heta niha bê encam bi rê ve diçe. Tê gotin tu hêvî nîn in serdana nûnerê amerîkî ya li Lîbyayê bandorê li lidarxistina hilbijartinan û avakirina hikumeteke nû bike.

(dc)