Dayikên Aştiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bang kir

Li Reqayê Dayikên Aştiyê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bang kirin.

Dayikên Aştiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bang kir
12 mijdar, 2023   15:23
REQA

Bi dehan Dayikên Aştiyê li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li Reqayê daxuyanî da. Endama meclisê dayika şehîd Xelef El Bûş, Îtab El Deyf daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de şehîdên azadiyê hatin bibîranîn û hate gotin: "Şehîd xwendiyên rasteqîn ên jiyana azad in. Netewe bi şehîdan pêş de diçin û ji despotî û koletiyê rizgar dibin."

Dayikên Aştiyê tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û gotin: "Em Dayikên Aştiyê bang li dayikên li tevahî cîhanê dikin ku ji bo azadiya rêberê mezin bibin yek, ji ber ku Rêbertî jiyana xwe ji bo gelê xwe veqetand. Azadî ji vî Rêberî re."

(bb)

ANHA