Li dijî baregaha DYA’yê ya li Balafirxaneya Bexdayê êriş

Bi moşekan êrişî baregeha DYA’yê ya li Balafirxaneya Navneteweyî ya Bexdayê hate kirin.

Li dijî baregaha DYA’yê ya li Balafirxaneya Bexdayê êriş
1 cotmeh, 2024   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyaya Iraqê duh bi şev bi moşekan êrişî baregehekr hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) a li nava Balafirxaneya Navneteweyî ya li Bexdayê hatiye kirin.

Hate gotin ku moşek ji aliyê sîstema parastinê ya hewayî ve hatine bê bandorkirin.

Li gorî agahiyên hêzên ewlekariyê dane, li herêma Amiriye ya Bexdayê di wesayîtekê de alavên avêtina moşekan hatine dîtin.

Li gorî heman çavkaniyan demeke kurt karên li balafirxaneyê hatin rawestandin, bi awayekî normal dewam kirine.