Stasyona Elokê di rojeva Xaca Sor û UNICEF'ê de ye

Serokê Beşa Plankirinê li Daîreya Navendî ya Wezareta Enerjiyê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Xalid El Xazî anî ziman ku ew hewl didin ku stasyona Elokê ji nûve bixebite.

Stasyona Elokê di rojeva Xaca Sor û UNICEF'ê de ye
17 adar, 2026   10:15
HESEKÊ

Serokê Beşa Plankirinê li Daîreya Navendî ya Wezareta Enerjiyê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Xalid El Xazî ji ajansa me re axivî û got,  ji bo xebitandina stasyona avê ya Elok ew niha bi Komîteya Navneteweyî ya Xaca Sor û êxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF)  re di nava dan û standinê de ne.

Her wiha diyar kir ku dan û standin berdewam dikin heyanî ku pirsgirêkên lojistîkê û teknîkî yên stasyona Elokê çareser bibin. El Xazî destnîşan kir ku hîna di pratîkê de dest bi xebatê nekirine, tenê dan û standin çêdibe û amadekariyên teknîkî û lojistîk têne kirin.

Xalid El Xazî got, niha ew dixebitin da ku pêdiviyên teknîkî û lojistîk ên stasyona Elokê peyde bikin û bikarbin xwe bighînin stasyonê da ku sererast bikin û careke dîtir bixebite.  

Serokê Beşa Plankirinê li Daîreya Navendî ya Wezareta Enerjiyê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê El Xazî anî ziman di van du hefteyên pêş de dê ji bo xebitandina stasyona Elokê gavên erênî werin avêtin û di demeke nêz de stasyona Elok bixebite.

KRÎZA AVÊ JI SALA 2019`AN VE BERDEWAM DIKE

9`ê Cotmehê sala 2019`an dema ku artêşa Tirkiyê û çeteyên wê êrişî bajarê Serekaniyê û Girê Spî kirin stasyona Elokê bombe barankirin. Çeteyan ji stasyona Elokê av li ser bajarê Hesekê û gundewarên wê qut kirin.

Krîza avê li Hesekê û gundewarên wê ji sala 2019`an heyanî niha berdewam dike û çeteyên dewleta Tirk ên li bajarê Serekaniyê ne destûr nadin ku çareser bibe.

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed di civînên xwe yên bi Rêxistina Netewên Yekbûyî ya Zarokan (UNICEF) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re anî ziman ku divê stasyona Elok were xebitandin û bendên lihevkirina 29`ê Çile ya di navbera QSD`ê û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyêy pêk werin.

(np)

ANHA