Êrişî Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê kirin

Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê bi mûşek û dronan hat hedefkirin. Hin ji wan ji hêla parastina hewayî ve hatin xistin.

Êrişî Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê kirin
17 adar, 2026   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyozxaneya Amerîka ya li Bexdayê îro herî kêm bi 5 mûşek û dronan hat bombebarankirin. Ev êriş wekî ya herî dijwar ji destpêka şerê Amerîka-Îsraîlê yê li dijî Îranê ve hat nirxandin.

 Çavkaniyên girêdayî hêzên ewlehiyê yên Iraqê ragihandin ku pergalên parastina hewayî çend dronan asteng kirine û diyar kirin ku yek ji wan di hundirê avahiya balyozxaneyê de ket û bû sedema şewatê.

Şahidên bûyerê ji Reuters re gotin ku wan dengê teqînên bilind li seranserê paytext bihîstine û dron ber bi Herêma Kesk ve difirin, ku avahiyên hikûmetê û navendên dîplomatîk lê ne.

Piştî êrişê, hêzên ewlehiyê yên Iraqê li dora Herêma Kesk belav bûn û tedbîrên ewlehiyê yên zêde girtin. Balyozxaneya Amerîkayê der barê êrişê de tu daxuyanî nedaye.

(bb)