Îsraîlê êrişî Tehran û Beyrûtê kir, 5 welatan hişyarî da

Artêşa Îsraîlê êrişên hevdemî li dijî Tehran û Beyrûtê pêk anîn. Hêzên navneteweyî li ser zêdebûna rageşiyê û bandorên wê yên mirovî yên xeternak hişyarî dan.

Îsraîlê êrişî Tehran û Beyrûtê kir, 5 welatan hişyarî da
17 adar, 2026   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê pêleke nû ya êrişên berfireh li dijî Tehran û baregehên Hizbullah ên li paytexta Lubnan Beyrûtê da destpêkirin.

Artêşê bi daxuyaniyekê ku li ser  Telegramê weşandiye ragihand ku êriş li dijî binesaziya rejîma Îranê ya li Tehranê û baregehên Hizbullahê yên li Beyrûtê hatine kirin.

Medyaya Lubnanî ragihand ku êriş li dijî 3 herêmên Beyrûtê pêk hatine. Hate zanîn ku li herêma Ermûn a Cebel Lubnan avahiyên niştecihan hatine hedefkirin.

Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya û Brîtanyayê daxuyaniyek hevbeş dan û ser bandorên her êrişeke bejayî ya berfireh a Îsraîlê li ser Lubnanê hişyarî dan. Di daxuyaniyê de diyar kir ku zêdebûna rageşiyê  dibe ku encamên mirovî yên wêranker û pevçûnek dirêj bi xwe re bîne.

Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku wekî beşek ji stratejiya ‘parastina bergiriyê’ hêzên Tûmena 91’an li başûrê Lubnanê operasyona bejahî daye destpêkirin.

(bb)