SOHR: Di 24 saetan de bi kêmanî 5 kes hatin kuştin

Li herêmên di bin kontrola desthilata Şamê de bi kêmanî 5 kes hatin kuştin.

SOHR: Di 24 saetan de bi kêmanî 5 kes hatin kuştin
27 sibat, 2025   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku 24 saetên dawîn de bi kêmanî 5 kes li herêmên di bin serweriya hêzên desthilata Şamê de hatine kuştin.

SOHR’ê der barê kuştina 5 kesan de diyar kir ku li deşta Xabê ya gundewarê Hemayê cenazeyek ku şopên guleyan lê hene hat dîtin, li bajarê Idlibê jî cenazeyê çekdarekî desthilata Şamê de di mala wî de hate dîtin.

SOHR’ê destnîşan kir ku li devera Remil Cinûbî ya bajarê Laziqiyê jî kesek bi kêran ji aliyê hevjîna xwe ve hat kuştin.

SOHR’ê aşkera kir ku li taxa Ebû Heya ya başûrê rojavayê bajarê Dêrazorê jî 2 kes ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer hatin kuştin.

(bb)