Îsraîlê rayedarkî Hizbullahê kuşt

Hate ragihandin ku di êrişa hêzên Îsraîlê de rayedarekî Hizbullahê hatiye kuştin.

Îsraîlê rayedarkî Hizbullahê kuşt
27 sibat, 2025   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê duh bi daxuyaniyekê ragihand ku wê li rojhilatê Lubnanê rayedarekî Hizbullahê kuştiye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "terorîstê hatî kuştin di yekîneya çek û veguhestina alavên şer a girêdayî Hizbullah ê herêma Qesir a li ser sînorê Sûriyeyê de cih digire."

Di daxuyaniyê de hat desntîşankirin, rayedarê Hizbullahê ji ber gelek caran lihevkirinên di navbera Îsraîl û Lubnanê de bin pê kirin, hate kuştin.

Ajansa National News a Lubnanê (ANN) ragihand ku di êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li ser rêya Herml-Qerser a li dijî erebeyekê de kesek hat kuştin û yek din birîndar bû.