SOHR: 6 endamên Hizbullahê hatin kuştin

SOHRˊê diyar kir ku di êrişa Îsraîlê ya li dijî gelek nuqteyên li gundewarên Humsê de, 6 endamên Hizbullahê hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

SOHR: 6 endamên Hizbullahê hatin kuştin
20 gulan, 2024   16:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku di êrişa artêşa Îsraîlê ya li dijî nuqteyên li gundewarên Humsê de, 6 endamên Hizbullahê hatine kuştin û hin jî birîndar bûne. Li gorî SOHR’ê, endamên Hizbullahê yên hatine kuştin, ne ji Sûriyeyê ne.

Îsraîlê navendeke Hizbullaha Lubnanê ya li başûrê rojavayê Humsê ya li ser sînorê Sûriye-Lubnanê û nuqteyeke wê ya li herêma Oras a li başûrê Humsê bombebaran kiribûn.

(fr)