Şewata li Til Temirê hate vemirandin

Komîteyên awarte bi piştgiriya şêniyên Til Temirê şewata li zeviyên genim ên li başûrê bajêr kontrol kir.

Şewata li Til Temirê hate vemirandin
20 gulan, 2024   16:41
HESEKÊ

Tîm û komîteyên awarte yên Til Temirê ya kantona Cizîrê şewata li 2 zeviyên genim ên li gundê Til Sekra, kontrol kir. 

Hate zanîn ku zeviyên şewat lê derketiye, yên şêniyên bi navê Seman Zexraya û Bols Odîşo ne.

Li gorî agahiyên komîteyan dane, 5 donim çandiya Seman Zexraya û 15 donim a Bols Odîşo şewitîne.

(fr)

ANHA