‘Armanca dorpêça hikumeta Şamê pêkanîna planên dagirkeriya Tirk e’

Endamên MSD`ê diyar kir ku armanca dorpêça hikumeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê pêkanîna planên dewleta Tirk a dagirker û koçberkirina ciwanan e.

‘Armanca dorpêça hikumeta Şamê pêkanîna planên dagirkeriya Tirk e’
31 ÇILE, 2024   03:35
HELEB
NISRÎN ŞÊXO

Hikumeta Şamê dorpêçeke giran li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê ferz dike, ji bo ku vîna gelê li hember êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe dide, têk bibe.

Endamên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn.

Endamê Nivîsgeha Rêxistinî ya Helebê Arif Mihemed got: "Şêniyên her du taxan ji destpêka aloziyê ve xwe bi rêxistin kir, xwe û taxên xwe ji êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker parastin.”

Mihemed diyar kir ku hikumeta Şamê li ser bingeha zîhniyeta çewisandinê, dorpêçê ferz dike ji bo ku fişarê li şêniyan bike, wan tengav bike û neçarî koçberiyê bike.

Mihemed bang li hêzên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan kir ku fişarê li hikumeta Şamê bike ji bo ku dorpêçê bi dawî bike.

Endama Nivîsgeha Jinan a MSD`ê ya Helebê Rûşîn Silêman jî got: "Hikumeta Şamê bi ferzkirina dorpêçê nahêle madeyên sereke jî derbasî her du taxan bibin, armanca wê jî pêkanîna planên dewleta Tirk a dagirker. Ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye."

Rûşîn bang li hêzên navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku bê deng nemînin, rê li pêşiya hikumeta Şamê bigirin, ji ber ku ji vê siyasetê armanc dike ciwanan bide koçberkirin.

(şx)

ANHA