Sîpan Hamo Berhem Salih pîroz kir

Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Sîpan Hamo,  pîrozbahî li Dr. Berhem Salih kir ji bo erkdarkirina wî wek Komîserê Bilind ê UNHCR`ê.

Sîpan Hamo Berhem Salih pîroz kir
13 kanûn, 2025   19:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Fermandariya Giştî ya QSD`ê Sîpan Hemo erkdarkirina Berhem Salih wek komîserê Komîseriya Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), pîroz kir. 

Hamo diyar kir ku hilbijartina Salih wek yekem kesê ji Rojhilata Navîn ku di 75 salan de vê berpirsyariyê digire, girîngiya spartina berpirsiyariyên navneteweyî bo kesayetên neteweyî yên ku dikarin aramiyê li welatên herêmê pêk bînin û piştgirî bidin dozên wan ên mirovî, nîşan dide.

(k)