Piştî êrişa Tedmurê Ebdî banga têkoşîna hevbeş ya li dijî terorê kir

Piştî êrişa li ser karwaneke hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li nêzîkî Tedmurê li çola Sûriyeyê ku bû sedema birîndarbûnê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), daxwaza hevkariya neteweyî ya mezintir kir, ji bo şerê li dijî terorîzmê û şaneyên wê.

Piştî êrişa Tedmurê Ebdî banga têkoşîna hevbeş ya li dijî terorê kir
13 kanûn, 2025   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Di nivîseke li ser platforma X`ê de, fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî xemgîniya xwe ya ji ber birîndarbûna çend endamên hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê û leşkerên Amerîkayê anî ziman, ku li çola Sûriyeyê dema ku erkên xwe pêk dianîn, rastî gulebaranê hatin.

Ebdî destnîşan kir ku zêdebûna van êrişan dide nîşan ku ji bo şerê li dijî terorîzmê û şaneyên wê, hewceyî bi  biryardariyeke mezintir û hewldanên neteweyî yên hevgirtî heye.

Karwaneke hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li nêzîkî Tedmurê li çola Sûriyeyê rastî êrişê hat, di encamê de hin leşkerên Amerîkî birîndar bûn.

(k)