Şiliya zêde kiriye ku li Aliyan mêşvanî jî geş bibe

Mêşvanên herêma Aliyan îsal li karê xwe vegeriyan. Êdî çêregeh geş bûne û dê mêşhingiv dikarin hingiv çêkin.

26 nîsan, 2026   05:55
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Li herêma Aliyan a Çilaxayê piştî barîna baranê û şert û mercên hewa baş bûn û hêvî li gel mêşvanan çêbûye ku dîsa mêşên hingiv xwedî bikin. 

Herêma Aliyan bi çavkaniyên xwe yên av û çandiniyê tê naskirin û bi xwedîkirina sewal û mêşhingivan navdar in. Salên berê ji ber ku baran nedibariya û ziwabûn hebû, mêşvanan nikarîbû mêşên hingiv xwedî bikin. Kulîlk û ava kaniyan peyda nedibûn, ji ber vê mêşvanan gelekî zehmetî didît. Her wiha mozan zirar dida şaneyên mêşhingivan û rewş gihaştibû asta êdî nema kesekî mêş xwedî dikirin.

Remedan Misto Resûl (75) yek ji mêşvanên herî kevn e û ji gundê Şebek ê Çilaxa ye. Resûl got: “Di salên çilî de ez ji bavê xwe fêrî xwedîkirina mêşên hingiv bûm. Piştî ku bavê min sala 1970 wefat kir êdî min karê wî berdewam kir. Şaneyên min ên hingiv bibûn 400 şane û ez ji gundên Çilaxa heyanî Dêrikê tev li 20 koperatîfan bibûm. Her sal min 700 kg hingiv bi hemû şêweyên xwe derdixist. Ez niha şaneyên mêşên hingiv dikrim ji bo dîsa xwedî bikim.”

Emîne Şemo ya ji gundê Xirbê Cihiwa yê Çilaxayê jî berê 45 şaneyên wê yên mêşên hingiv hebûn û niha tenê 2 şaneyên wê hene. Emîneyê got: “Îsal çêregeh û pê re jî şaneyên min geş bûne. Ez gelekî kêfxweş im ku mêşên min dê ji xwezayê bixwin. Ez şekir bi kar naynim ji bo hingivê min xwezayî be. Ji bo dîsa ziwabûn çênebe divê em kulîlkan biçînin û çandinî li herêma me zêde bibe. Eger çandinî û çêrgeh kêm be, mêşên hingiv nikarin bixwin û dimrin.”

Li herêma Çilaxayê gelek malbat xwe li ser xwedîkirina mêşên hingiv xwe xwedî dikin. Her wiha mêşên hingiv hevsengiya ekolojîk çêke û bandoreke erênî li ser çandiniyê dike.

(np)

ANHA