Êraqçî bê ku bi şandeya DYA’yê re bicive ji Îslamabadê vegeriya

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Êraqçî, piştî temamkirina hevdîtinên xwe yên li Pakistanê ji Îslamabadê vegeriya. Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf, hevdîtin wekî “dostane” pênase kir

Êraqçî bê ku bi şandeya DYA’yê re bicive ji Îslamabadê vegeriya
25 nîsan, 2026   21:45
NAVENAD NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya dezgeha nûçeyan a Libnanê al-Mayadeenê, Abbas Êraqçî piştî hevdîtinên bi rayedarên Pakistanî re ji Îslamabadê vegeriya û berê xwe da Maskata paytexta Siltanatiya Omanê.

Li gorî nûçeyên di medyaya Îranê de cih girtine, Êraqçî ji Pakistanê derbasî paytexta Keyatiya Omanê, Maskatê bûye.

Derbarê dema hatina şandeya DYA’yê ya ji bo Pakistanê de hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Dihat payîn ku şandeya DYA’yê ya ji Steve Witkoff û Jared Kushner pêk tê, ji bo bi nûnerên Îranê re bicive biçe Pakistanê.

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf, piştî hevdîtina bi Êraqçî re li ser medyaya dîjîtal daxuyaniyek da û têkiliyên xwe wekî ” dostane” nirxand.

Şerîf di daxuyaniya xwe de ev got: “Me li ser rewşa niha ya herêmê bi berfirehî pevguherîna ramanî kir. Her wiha, me mijarên di berjewendiya her du aliyan de ne, di nav de xurtkirina têkiliyên Pakistan û Îranê, girtin dest.”