Panorama hefteyê; tevgerên DAIŞ'ê li Sûriyeyê, bandora şerê Îranê

Çavdêran diyar kir ku DAIŞ ji dabeşbûnên civakî û rewşa aborî ya xirab a li Sûriyeyê sûd werdigire da ku bandora xwe berfireh bike. Hate gotin, welatên Kendavê ditirsin ku nelihevkirnên Îran û DYA'yê bibin sedema çareseriyeke ku li ser aramkirina herikîna enerjiyê bi rêya Tengava Hurmuzê, li ser hesabê fikarên ewlehiya herêmî.

Panorama hefteyê; tevgerên DAIŞ'ê li Sûriyeyê, bandora şerê Îranê
26 nîsan, 2026   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya erebî di rojevên xwe yên hefteya borî tevgerên DAIŞ'ê li Sûriyeyê, şerê li Îranê û bandore wê li ser Lubnan û Kendavê nirxandin.

'DAIŞ PÊŞANIYAN DIGUHERÎNE Û DIXWAZE "LÊÇÛNA BIRÊVEBIRINÊ" LI SÛRIYEYÊ ZÊDE BIKEˊ

Der barê rewşa Sûriyeyê de, rojnameya Şerq El Ewset ragihand ku Sûriye di destpêka salê de piştî nearamiyên navxweyî ket nav rewşek aram a nisbî, ku bi hewldanên ji nû ve şekildana avahiyên ewlehî û siyasî re hevdem bû, nemaze piştî rêkeftinên bi Hêzên Sûriya Demokratîk re. Lê van guhertinan welat bi dijwariyek nû re rû bi rû hişt; vejandina çalakiyên DAIŞˊê ku dixwaze ji valahiyên ewlehiyê sûd werbigire da ku cihekî ji nû ve bi dest bixe.

Rojnameyê destnîşan kir ku herêma Cizîra Sûriyeyê di 2026ˊan de bû qada herî berbiçav ji bo çalakiyên "rêxistinê", nemaze piştî vekişîna Amerîkayç û ji nû ve bicihkirina hêzan, wê yekê rewşeke ewlehî ya nû afirand ku "rêxistinê" bi zêdekirina êrişên xwe sûd wergirt, tenê di Adarê de bi qasî 22 êrişan pêk anîbûn.

Rojnameyê diyar kir ku DAIŞ'ê stratejiya xwe ji kontrola herêmî guhertiye şerê koman û êrişên sînorkirî, hedefgirtina cihên leşkerî û binesaziyê da ku hewl bide lêçûna rêveberiyê ji bo rayedarên li Şamê zêde bike. Her wiha ew hewl dide ku xîtaba olî û medyayî bi kar bîne da ku xwe wekî "hêzek berxwedêr" ji nû ve nîşan bide, di heman demê de hewl dide ku şiyana hikûmetê ya sepandina ewlehî û aramiyê têk bibe.

Rojnameyê lê zêde kir ku DAIŞ ji dabeşbûnên civakî û rewşa aborî ya xirab sûd werdigire da ku bandora xwe berfireh bike, bi taybetî balê dikişîne ser wergirtina ciwanan li kampên penaberan, amûrên ragihandinê yên nûjen û xîtaba seferberkirinê bi kar tîne.

Rojnameyê di dawiyê de da zanîn ku her çend DAIŞ êdî nikare axê kontrol bike jî, ew hîn jî kapasîteya çêkirina têkçûnê û zirarên ewlehî û siyasî diparêze, ku qonaxa din dike ceribandinek ji bo şiyana dewletê ya avakirina aramiyê.

FIKARÊN LI SER BANDORÊN LIHEVKIRINA DYA Û ÎRANÊ

Rojnameya El Ereb a li Londonê hişyarî da ku fikarên li welatên Kendavê yên li ser dan û standinên berdewam ên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de zêde dibin, ew ditirsin ku ew dan û standin bibin sedema çareseriyeke ku li ser aramkirina herikîna enerjiyê bi rêya Tengava Hurmuzê, li ser hesabê fikarên ewlehiya herêmî.

Rojnameyê destnîşan kir ku dibe ku dan û standin bi dosyaya nukleerî û asta dewlemendkirina uranyumê ve sînordar bin û mijarên wekî bernameya mûşekan û bandora Tehranê li herêmê bêyî baldariyek cidî bihêlin.

Rojnameyê diyar kir ku ev nêzîkatî dikare rastiyeke nû derxe ku desthilateke mezintir a Îranê li ser yek ji damarên enerjiyê yên herî girîng ên cîhanê çêke.

 ‘ASOYÊN DAN Û STANDINÊN RASTERAST DI NAVBERA LUBNAN Û ÎSRAÎLÊ DE’

Der barê rewşa Lubnanê de, rojnameya El Xelîc li ser destpêkirina dan û standinên rasterast di navbera Lubnan û Îsraîlê de bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) nivîsî.

Navbênkariya DYA’yê û destwerdana serokê wê bû egera agirbestê û vekirina rêya dan û standinan.

Serokê Lubnanê Cozêf Ewn diyar kir ku agirbest şertekî bingehîn e ji bo her dan û standinekê, tevî dijwaryên berdewam, di serî de nakokiyên navxweyî, helwesta Hizbullahê, lawaziya agirbestê û binpêkirinên dubare.