Şêwirmendê qebîleya Cibûr destwerdana di kar û barên êlan de red kir

Şêwirmendê qebîleya Cibûr Ekrem Mehşûş destwerdanên di kar û barên êlan de red kir. Mehşûş banga hişyarî û hevgirtinê li êlan kir.

Şêwirmendê qebîleya Cibûr destwerdana di kar û barên êlan de red kir
2 gulan, 2026   04:50
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Di demên dawîn de hewldanên destwerdana di kar û barên êlan de rastî nerazîbûnên civakê hatin. Hişyarî hatin kirin ku ev destwerdan bandoreke neyînî li pêkhatryên êlan û rola wan bike.

Têkildarî mijarê şêwirmendê qebîleya El Cibûr Şêx Ekrem Mehşûş ji ajansa me re axivî.

Mehşûş got: "Eşîr ne sazî ne ku ji hêla desthilatdaran ve werin parçekirin an ji nû ve werin şekildan. Lê vedigerin adet û kevneşopên wan. Her kesê ku hewl dide wan parçe bike xwedî hişmendiyek şaş e."

Şêx Ekrem Mehşûş anî ziman ku qebîle û êl stûna çareseriyên civakî û exlaqî ne, her projeyeke siyasî ya desthilatdaran ku li ser destwerdana kar û barên wan ava bibe, dê bi ser nekeve.

Mehşûş îşaret pê kir ku nakokî di nav şêxên eşîran de tiştek normal e, lê ferzkirina şêxan ji derveyî avaniya eşîrê nayê qebûlkirin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Di demên dawîn de desthilata demkî û desteya siyasî hewl da destwerdanê li kar û barên hin qebîle û êlan bikin. Ev hewldan li herêmên Tebqa û Cizîrê derketin ku hin şêxên nû hatin tayînkirin, mîna qebîleya El Weldayê ku şêxek li şûna şêx Hamid El Ferece hat tayînkirin. Li Cizîrê jî Desteya Siyasî şêxek ji bo qebîleya Şemer tayîn kir. Şêxê qebîleya Şemer tê naskirin û xwedî îtîbar e. Şêx Şemer ev mîrate ji bav û kalan wergirtiye.

Ev hewldan bandorê li avahiya eşîrtî û qebîletiyê nake. Civaka eşîrtî mîna van guhertinan qebûl nake û hewldanên parçekirinê dê bi ser nekevin."

Ekrem Mehşûş banga hişyarî û yekitiyê li êlan kir. Her wiha ji hewldanên derxistina parçebûnê di navbera eşîran û pêkhateyan de hişyarî da. Mehşûş anî ziman ku êl mertala ewlehî û îstîqrara her herêmeke Sûriyeyê ne.

Ekrem Mehşûş di dewama axaftina xwe de da zanîn ku di tevahî di civînên êlan de banga parastina rola êlan bi awayekî durist tê kirin û tê gotin ku dê êl mertala ewlehiya civakê bimînin û nayên parçekirin.

Mehşûş destnîşan kir ku hewldanên di nava 14 salên borî de di vê çarçoveyê de hatin kirin bi ser neketin û dê niha û di siberojê de tu hewldanên bi vî rengî bi ser nekevin.

Şêx Ekrem Mehşûş di dawiya axafina xwe de ji bo avakirina Sûriyeya nû, banga xurtkirina têkiliyên xwişk û biratiyê, hevgirtina civakî û dûrketina ji nakokiyan kir.

(bb)

ANHA