Suha El Bexdadî: Ezmûna YPJ’ê li Sûriyeyê modeleke bêhempa ye

Lêkolînerek kar û barên erebî û navneteweyî de, Suha El Bexdadî got "Ezmûna Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li Sûriyeyê modeleke bêhempa ye li herêmê." Suhayê diyar kir ku YPJ veguheriye projeyeke siyasî û civakî ku rola jinan ji nû ve pênase kiriye û hebûna wan wek hêzeke çalak di şer û avakirina civakê de xurt kiriye.

Suha El Bexdadî: Ezmûna YPJ’ê li Sûriyeyê modeleke bêhempa ye
2 gulan, 2026   03:55
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Lêkolînera kar û barên erebî û navneteweyî Suha El Bexdadî diyar kir ku ezmûna YPJ`ê li Sûriyeyê modeleke bêhempa ye li herêmê, ne tenê di warê leşkerî û beşdariya çalak di şerê li dijî DAIŞ`ê de, lê ew veguheriye projeyeke siyasî û civakî ku rola jinan di hawîrdoreke pir tevlihev de ji nû ve pênase kiriye.

Suhayê da zanîn ku YPJ’ê hêza xwe ya beşdarbûna di eniyên herî xeternak de îspat kiriye, ne tenê wekî hêmaneke piştgiriyê, lê wekî aktoreke sereke ji bo bidestxistina serketinê.

ALIYÊN SIYASÎ Û CIVAKÎ

Suha El Bexdadî ji ajansa me re got: "Ji hêla siyasî ve, YPJ beşdarî avakirina modeleke nûnerî ya li ser bingeha beşdariya jinan di navendên biryardanê de li deverên rêveberiya xweser de bûye. Vê yekê bandorek erênî li ser mijarên wekî edalet, têkoşîna li dijî tundjiyê û zêdekirina beşdariya civakî kiriye."

BANDORA EZMÛNA YPJ`Ê

Suhayê destnîşan kir ku aliyê herî girîng bandora sembolîk a YPJ`ê ye. Vê ezmûnê wêneya kevneşopî ya jinan li deverên pevçûnê şikandiye, wan wek hêzeke çalak a ku dikare hem biparêze û hem jî ji nû ve ava bike, pêşkêş kiriye.

XETEREYÊN DÛRXISTIN Û PAŞGUHKIRINÊ

Suhayê wiha berdewam kir: "Ev yekîne ne tenê hebûneke leşkerî ne, lê belê encama têkoşînek civakî û siyasî ya dirêj in. Ji ber vê yekê, qelskirin an paşguhkirina wan dikare wekî hilberandina pergalên kevneşopî yên dûrxistinê were şîrove kirin."

Suhayê diyar kir ku bandor dê ne tenê bi qada leşkerî ve sînordar be, lê dê bigihêje warên sembolîk û exlaqî jî, ku dê bibe sedema kêmbûna baweriya bi bidestxistina destkeftiyên di qada jinan de.

Suha El Bexdadî rave kir ku ezmûna YPJ`ê bûye çavkaniya îlhamê ji bo gelek tevgerên jinan ên li çar aliyên cîhanê, bi taybet ên ku li deverên pevçûnê.

GIRÎNGIYA BERDEWAMIYA YPJ`Ê

Suha El Bexdadî diyar kir ku tişta xeternak ew e ku tevgerên jinan ne tenê ji serkeftinan YPJ`ê lê ji berdewamiya wê jî îlhamê digirin. Ji ber vê yekê, parastina mîrata exlaqî û siyasî ya vê ezmûnê pir girîng e, her çend rol an formên wê biguherin jî.

PÊDIVIYÊN PÊVAJOYA HEYÎ

Suhayê her wiha diyar kir ku tişta di vê pêvajoyê de tê xwestin ne tenê parastina fîzîkî ye, tevî girîngiya wê, lê ew heceyî pergalek berfirehtir e, wek ewlehiya qanûnî bi rêya qanûndanînê ku jinan ji tundiyê diparêze û mafên wan garantî dike, û nûnertiya aborî û siyasî ku dengê jinan di navendên biryardanê de misoger dike.

GUHERTINA NAVEROKA TÊKOŞÎNÊ

Suha El Bexdadî destnîşan kir ku naveroka têkoşînê guheriye. Ew êdî ne hewce ye ku têkoşîneke çekdarî be, lê belê têkoşînek piralî ye, ku amûrên siyasî, hiqûqî, medyayî û çandî bikar tîne. Di pêvajoya heyî de hewce dike ji têkoşîna ji bo jiyanê ber bi têkoşîna ji bo bidestxistina mafan ve veguherîn çêbe,û ji berxwedanê veguherin ber bi avakirina saziyên ku dikarin di demeke dirêj de destkeftiyên jinan biparêzin.

Rojnamevan û lêkolîner Suha El Bexdadî gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Tiştên ku YPJ`ê pêşkêş kirine ne tenê ezmûneke demkî bû, lê qonaxek girîng bû di dîroka têkoşîna jinan de li Rojhilata Navîn. Pirsgirêka îro ne tenê parastina vê ezmûnê ye, lê veguherîna bo destkeftiyên mayînde ye ku êdî jin bi her guhertineke siyasî ya nû re venagerin rewşa xwe ya berê."

ANHA