‘Divê zimanê kurdî di destûrê de were naskirin’

Mamoste û xwendekaran diyar kir ku divê zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de were naskirin û got naskirina ziman û bawernameyên wê mafekî bingehîn e ku berdewama proseya fêrbûnê mîsoger bike û nasnameya rasteqîn a pêkhateyên Sûriyeyê biparêze.

‘Divê zimanê kurdî di destûrê de were naskirin’
2 gulan, 2026   06:40
QAMIŞLO
KINAN SEYID- ROHAT XELEF

Xwendekar û mamosteyên ji bajarê Girkê Legê xwest zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de were naskirin û bawernameyên zanîngeh û peymangehên Rojava werin pejirandin.

Mamoste Nûjîn Tacedîn anî ziman ku daxwaza parastina mafên xwendekaran dikin û got divê keda xwendekaran vala neçe.Mamoste Nûjîn diyar kir ku zimanê kurdî zimanekî sereke yê pêkhateyeke sereke yê civaka Sûriyeyê, divê di destûrê de were mîsogerkirin.

Xwendekara bi navê Yasmîn Omer jî anî ziman ku naskirina zimanê kurdî di destûrê de mafekî bingehîn e û mafê her gelekî heye ku bi zimanê xwe fêr bibe.

Xwendekara bi navê Novîn Yûsif jî da zanîn ku ji zêdetirî 10 salan ew bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde dibin û got, divê zimanê kurdî de bi fermî di destûra Sûriyeyê de were nivîsandin.

Novîn Yûsif diyar kir ku divê bawernameyên xwendina bi zimanê kurdî werin pejirandin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê mafên xwendekaran werin parastin da ku keda wan vala neçe."

(bb)

ANHA