Şevê din  du caran êrişê Silêmaniyê hate kirin

Du caran bi dronan êrişî taxa Bextiyarî ya li parêzgeha Silêmaniyê hate kirin.

Şevê din  du caran êrişê Silêmaniyê hate kirin
6 nîsan, 2026   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên li ser Herêma Kurdistanê bê navber dewam dikin, duh derengiya şevê bi dronan êrişî taxa Bextiyarî ya li Silêmaniyê hate kirin.

Tê gotin mala bûyî hedefa dronan, baregeha Hizba Zehmetkêşan ya Kurdistanê bû.

Li gorî agahiyan di encama êrişa duyem dejî mala du welatiyan ruxiyaye û hinek kes birîndar bûne. Lê heya niha birîndarbûna welatiyan nehatiye piştrastkirin.

Piştî bûyerê hêzên ewlekariyê gihiştin cihê bûyerê û ji welatiyan xwestin ji wir dûr bikevin.

Hêjayî gotinê ye ji roja şerê di navbera Îran û Îsraîl-Amerîkayê çêbûyî heya niha, bi dehan car êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.