Keştiya penaberan bin av bû: 2 kes mirin, 70 kes winda ne

Keştiya 105 penaberan di Deryaya Spî de bin av bû. Di encamê de 2 kes mirin, zêdetirî 70 kes winda ne û 32 kes jî hatin rizgarkirin.

Keştiya penaberan bin av bû: 2 kes mirin, 70 kes winda ne
6 nîsan, 2026   10:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mediterranean Saving Humansê ragihand ku keştiyeke 105 penberan  di cejna Paskalyayê de di deryaya Spî de bin nav.

Li gorî rêxistinê, keştî roja şemiyê (4 Nîsan 2026) piştî nîvro ji peravên Lîbyayê bi rê ketibû û li herêmeke di bin kontrola desthilata Lîbyayê de bi nav bû. Rêxistinê diyar kir di encama bûyerê de 2 kes mirin û zêdetirî 70 kes winda ne, her wiha 32 penberên din hatin rizgarkirin.

Rêxistina Sea-Watch ragihand ku kesên rizgarbûyî ji aliyê du keştiyên bazirganî ve hatine rizgarkirin û sibeha roja yekşemê gihiştin girava Lampedusa ya Îtalyayê.

Rêxistina Mediterranean Saving Humansê ev bûyer wekî "encama siyasetên hikumeta Ewropayê ku vekirina rêyên ewle û qanûnî red dike" nirxand.

Rêxistina Navneteweyî ya Penaberiyê (IMO) ragihand ku ji destpêka îsal (2026) û vir ve 683 penaber di deryaya Spî de jiyana xwe ji dest dane an jî winda ne.

Wezareta Hundirîn a Îtalyayê jî da zanîn ku ji destpêka îsal heya 3'ê Nîsanê ve 6 hezar 175 penaber gihaştine peravên Îtalyayê.

(bb)