Zelenskyy li Şamê mijarên hevkariya ewlehiyê,  parastin û aborî gotûbêj kir

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy, digel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, bi serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, Ehmed El Şaraa re civiya. Di hevdîtinê mijarên hevkariya ewlehiyê, parastin û aboriyê hatin gotûbêjkirin.

Zelenskyy li Şamê mijarên hevkariya ewlehiyê,  parastin û aborî gotûbêj kir
6 nîsan, 2026   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja Yekşemê, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy, digel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, di çarçoveya gera xwe ya çend welatên Rojhilata Navîn de li Şamê bi serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, Ehmed El Şaraa re hevdîtin pêk anîn. 

Zelenskyy di postek Telegramê de diyar kir ku her du alî li hev kirin ku ji bo baştirkirina ewlehiyê û peydakirina derfetên pêşkeftinê bi hev re bixebitin, û destnîşan kir ku di der barê hevkariya leşkerî û ewlehiyê de têkiliyek hevbeş heye.

Zelenskyy zelal kir ku di serdanê de hevdîtinên berfireh bi serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hatiye pêkaînî û her weha civînek sêalî bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan re jî pêk hatiye.

Di heman çarçoveyê de, Wezîrê Derve yê Ukraynayê Andriy Sybiha serdan wekî "qonaxek girîng" bi nav kir, û nîşan da ku wî bi hevpîşeyên xwe yên Sûriyeyî û Tirk re ewlehî, bazirganiya deryayî û mijarên din gotûbêj kirine.

Di serdana xwe ya Tirkiyeyê de, Zelensky ragihand ku wî bi Recep Tayyip Erdogan re li ser gavên nû yên hevkariya ewlehiyê lihev kiriye, li gel gotûbêjikirina hin projeyên binesaziya gazê yên hevbeş.

Ji dema ji nû ve destpêkirina têkiliyên dîplomatîk di navbera her du welatan de di îlona borî de, Ev cara yekem e ku serokê Ukraynayê serdana Sûriyeyê dike.

(k)