Şervanek eniya şer coş kir: stranên wî bi qasî topan bi hêz in

Bi gotin û dengê xwe dilê guhdaran geş û coş dike. Bi dengê xwe morala hevalên xwe yên li eniya pira Qereqozaqê bilind dike.

Şervanek eniya şer coş kir: stranên wî bi qasî topan bi hêz in
5 ÇILE, 2025   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li eniyên Qereqozaqê û bendava Tişrînê destanên lehengiyê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker dinivîsin. 

Li eniyê Qereqozaqê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zêde dibin, lê komeke şervanên QSD`ê bi cesaret li ber xwe didin û giyanê berxwedanê ji şehîdan digirin û parastina herêmên xwe ji êrişan didomînin,

Şervanê QSD`ê Bahoz Kobanê li eniya Qereqozaqê bi dengê xwe moralê hevalên xwe bilind dike.

 (şx/k)

ANHA