Buhayê kehrebeyê ji nû ve hat diyarkirin

Piştî ku nirxê dolar li beranberî lîreyê Sûryeyê daket, li Qamişlo jî buhayê kehrebeya jeneretorên taxan, li ser daxwaza gel ji nû ve hatin diyarkirin.

Buhayê kehrebeyê ji nû ve hat diyarkirin
Buhayê kehrebeyê ji nû ve hat diyarkirin
Buhayê kehrebeyê ji nû ve hat diyarkirin
5 ÇILE, 2025   15:10
QAMIŞLO
BAZ MORDEM

Piştî hilweşandina rejîma Baas ya Sûryeyê, li herêmê nirxê dolar li beramberî lîreyê Sûryeyê daket. Heya destpêka Kanûna 2024’an 1 dolar derdora 30.000 lîreyê Sûryeyê bû. Lê bi hilweşîna rejîma Baas re, 1 dolar heta 13. 000 lîreyê Sûryeyê daket.

Li Bakûr û Rojhilatê Sûryeyê, ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker, hemû navendên kehrebê hatiye hilweşandin, lewma pêdiviya kehrebê ya welatiyan bi jeneratorên ku li taxan hatine danîn tê pêşwazîkirin.

Buhayê kehrebeya jeneretoran li gorî dolar hatiye diyarkirin. Piştî ku nirxê dolar daket, welatiyan xwestin ku buhayê kehrebê bê sererastkirin.

Li ser gazinc û bangên welatiyan, meclîsên bajaran, komîteya jeneratoran, şaredarî û komîteyên sotemenî li hev dicivin û buhayê kehrebê ji nû ve diyar dikin.

Li bajarê Qamişlo jî, meclîsa bajêr, komîteya jeneratoran, şaredarî û komîteya sotemenî, bi  armanca ku buhayê kehrebê ji nû ve diyar bikin îro civîyan.

Di encama civîna ku li avahiya şaredariya bajarê Qamişlo hat li darxistin de, buhayê amperên kehrebeyê li gorî saetan ji nû ve hatin diyarkirin.

Li gorî vê yekê buhayê nû yên amperan wiha ne;

- Ji bo kehrebeya 8 saetan ya ku mazota wê ji aliyê şaredariyê ve tê dayîn: Her amperek bi 13.000 Lîreyê Sûryeyê

- Ji bo kehrebeya 8 saetan ya mazota taybet: Ji bo her amperekê 60. 000 lîreyê Sûryeyê,

- Ji bo kehrebeya 16 saetan ya ku mazota wê taybet tê firotin: Ji bo her amperekê 120. 000 lîreyê Sûriyeyê

- Ji bo kehrebeya 24 saetan: Ji bo her amperekê 133. 000 lîreyê Sûriyeyê

HIŞYARIYÊN ŞAREDARIYÊ

Di biryarnameyê de, ji bo xwediyên jeneratoran jî hişyarî hatine kirin da ku binpêkirin çênebin.

Li gorî vê yekê, xwediyên jeneretoran ên ku biryarê pêk neyinin, wê ji bo cara yekemîn bi 10 Milyon lîreyê Sûriyeyê bên cezakirin. Eger binpêkirin hat dubarekirin, wê 20 Milyon lîreyê Sûriyê ceza bê birîn. Dema cara sisêyan jî binpêkirin çêbû, wê bi biryara meclîsa gel re jenerator bê desteserkirin.

Di biryarnameyê de, hatiye diyarkirin ku dema jeneretorek xirab bibe, nabe ku xwediyê wan pereyê tamîrê ji aboneyan bigrin. Ger ev biryar jî bê binpêkirin, wê jenarator û ruhseta wan bên desteserkirin.

Her wiha eger di nava saetên diyarkirin de jenarator were girtin, wê pereye wê ji buhayê mehane bê derxistin.

ANHA

(a)