Şervana YPJ`ê Çiya Jîn Dirbêsiyê hate oxirkirin

Şervana YPJ`ê Çiya Jîn Dirbêsiyê li Goristana Şehîdan a Dirbêsiyê hate oxirkirin. Bavê şehîd Çiya Jîn soz da ku rêya keça xwe bişopîne.

Şervana YPJ`ê Çiya Jîn Dirbêsiyê hate oxirkirin
Şervana YPJ`ê Çiya Jîn Dirbêsiyê hate oxirkirin
Şervana YPJ`ê Çiya Jîn Dirbêsiyê hate oxirkirin
Şervana YPJ`ê Çiya Jîn Dirbêsiyê hate oxirkirin
Şervana YPJ`ê Çiya Jîn Dirbêsiyê hate oxirkirin
Şervana YPJ`ê Çiya Jîn Dirbêsiyê hate oxirkirin
Şervana YPJ`ê Çiya Jîn Dirbêsiyê hate oxirkirin
Şervana YPJ`ê Çiya Jîn Dirbêsiyê hate oxirkirin
Şervana YPJ`ê Çiya Jîn Dirbêsiyê hate oxirkirin
19 sibat, 2024   15:54
HESEKÊ

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê, endamên sazî, meclis, tevgerên ciwanan, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Goristana Şehîd Rustem Cûdî a li gundê Berkevirê yê navçeyê kom bûn û şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Çiya Jîn Dirbêsiyê (Ronya Mihemed Elî) ku 12`ê Sibatê li Minbicê şehîd bûbû, oxir kir. 

Di merasîmê de endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Zozan Gul axivî û tevahî şehîd bi bîr anîn û berxwedana wan a ji bo ewlehî û aştiyê silav kir.

Ji fermandarên Hêzên Parastina Civakî ya kantona Cizîrê (HPC) Hemîd Meîş jî got: "Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin, lê belê bi saya berxwedana gelên herêmê ev berxwedan têk çûn."

Bavê şehîd Çiya Jîn Dirbêsiyê Mihemed Elî jî soz da ku rêya şehîdan li ser şopa keça xwe berdewam bike.

Dûre wesîqeya şehadeta şehîd Çiya Jîn Dirbêsiyê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiyê de girseyê cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayikan de spart axê.

(şx)

ANHA