’Şêniyên Reqa û Tebqayê li dijî zimanê kîndariyê ne’

Endamê Desteya Rêveber MSD’ê Hesen Mihemed Elî diyar kir ku şêniyên Tebqa û Reqayê bi eşîr, rewşenbîr, bi beşên xwe yên siyasî û civakî li dijî zimanê kîndariyê ne û bi diyaloga navxweyî re ne.

’Şêniyên Reqa û Tebqayê li dijî zimanê kîndariyê ne’
26 kanûn, 2025   13:10
TEBQA

Duh (25 kanûn 2025) li bajarê Tebqayê civîna ’’Desteya Şêwirmendiyê ya Piştgiriya Komîteya Dan û Standinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê’’ hat lidarxistin. Civîn bi mijara nirxandina rewşa Sûriyeyê, girîngiya dawîanîna li gotinên kîndariyê û ji bo piştgiriya diyaloga navxweyî pêk hat.  Ji kantonên Reqa û Tebqayê bi sedan rewşenbîr, siyasetmedar, hiqûqnas, şêx û rûspiyên eşîran û nûnerên civaka sivîl beşdarî civînê bûn.

Endamê Desteya Rêveber a MSD’ê Hesen Mihemed Elî der barê civînê de ji ajansa me re axivî.

Hesen Mihemed Elî civîn bi "dîrokî" bi nav kir û got, di demekê de ku gotegot, gotinên provokatîk û kîndariyê zêde belav bûne, lidarxistina vê civînê xwedî girîngiyek bû.

Hesen Mihemed Elî diyar kir ku şêniyên Reqa û Tebqayê bi eşîr, rewşenbîr û beşên xwe yên siyasî û civakî gotinên kîndariyê red dikin kirin û banga diyaloga navxweyî dikin. Her wiha anî ziman ku şêniyên her du kantonan peyama "Em li ser rêya heqeiyê bi we re ne. Em dixwazin diyalog berdewam bikin û em şerê navxweyî di navbera Sûriyeyan de naxwazin" dan şandeya Dan û Standinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikumeta veguhêz.

Hesen Mihemed Elî got, beşdaran diyar kir ku xwîna sûriyeyî li ser sûriyeyî heram e û ev li gotinên xwe zêde kir "Ev helwestên resen ji kûrahiya eşîrên sûriyeyî û ji wijdanê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdikevin. Piştrast kirin ku destê wan ji bo diyalogê dirêjkirî ye."

Endamê Desteya Rêveber a MSD’ê bi bîr xist ku tevahî sûriyeyî ji ber şer êş kişandine û niha jî aştî û ewlehiyê dixwazin. Her wiha got, beşdaran peyama "Na ji kîndariyê re" dan û daxwaza destpêkirina pêvajoyeke nû ya li ser esasê rêzdariya li hemberî hev kir.

Hesen Mihemed Elî destnîşan kir ku divê Sûriyeyê li ser bingehê hevpeymaneke civakî û destûreke nû were avakirin ku maf û azadiyên hemû pêkhateyan mîsoger bikin.

Endamê Desteya Rêveber a MSD’ê Hesen Mihemed Elî  di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku diyalog berdewam in ta bighêjin encamên ku her kes jê razî be û got: "Hin lihevkirinên bi hikumeta veguhêz re diyar dibin. Dê dawiya salê lihevkirin li ser hin gavan çêbibin. Gavên din ên girêdayî destûrî û hûrguliyan ji nîqaşê re vekirî ne, dibe jî di dema bê pêk werin."

(b)