Sersaxî ji malbata şehîd Qadir Rojava re xwest

Şêniyên kantona Reqayê sersaxî ji malbata şehîdê QSD’ê Qadir Rojava re xwest.

8 gulan, 2024   16:22
REQA

Endamên saziyên civaka sivîl, meclisa leşkerî, şêx û rûspiyên eşîran û Kombûna Jinan a Zenûbiya, di nav de xelkê kantona Reqayê sersaxî da malbata şehîd QSD’ê Qadir Rojava (Raqî Mihlim El Mûsa). Qadir Rojava  29’ê Nîsanê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû.

Di bin konê sersaxiyê de merasîmek hat lidarxistin. Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El Xemîs sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina xeta şehîdan ta rizgarkirina herêmên dagirkirî da.

Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Kerem Şihab got: "Şehadet di asta herî jor de ye. Bila serê malbata şehîd sax be. Em ê heta dilopa dawî ya xwînê rêya azadî û têkoşînê bidomînin."

Di merasîm de hevseroka Meclisa Giştî ya Reqayê Heyfa Muslim jî soza şopandina xeta şehîdan da û got: "Şehîd ew kesên ku ji bo jiyaneke bi rûmet û aram canê xwe didin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Qadir Rojava hat xwestin û bi tilîlî û dirûşmên "Bi can bi xwîn em bi te re ne şehîd" radestî malbata wî hat kirin.

(bb)

ANHA