Ji Kampa Holê 69 malbat vegeriyan Dêrazorê

Li gorî biryara Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan û Koçberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, îro 69 malbatên ji Dêrazorê ji kampa Holê ber bi warê wan ve hatin şandin.

Ji Kampa Holê 69 malbat vegeriyan Dêrazorê
Ji Kampa Holê 69 malbat vegeriyan Dêrazorê
Ji Kampa Holê 69 malbat vegeriyan Dêrazorê
Ji Kampa Holê 69 malbat vegeriyan Dêrazorê
Ji Kampa Holê 69 malbat vegeriyan Dêrazorê
Ji Kampa Holê 69 malbat vegeriyan Dêrazorê
Ji Kampa Holê 69 malbat vegeriyan Dêrazorê
Ji Kampa Holê 69 malbat vegeriyan Dêrazorê
8 gulan, 2024   16:17
HESEKÊ

Rêveberiya Kampa Holê 69 malbatên ji Dêrazorê yên di kampê de dimînin, ber bi herêmên wan vegerandin.

Biryara derxistina sûriyeyiyan ji kampa Holê ji sala 2020`an ve hatibû dayîn. Ji wê demê heta niha 54 beşan ji kampê derketine û vegeriyane herêmên xwe.

Di beşa îro de 254 kes hene ku piraniya wan zarok û jin in.

Şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nûnertiya hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan û Koçberan Şêxmûs Ehmed, hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Farûq El Maşî û Meryem Îbrahîm, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê Fethî El Itêş, hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Kantona Dêrazorê Mahir El Mihêsin çavdêriya derxistina beşê ji kampê kir.

Têkildarî mijarê hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan û Koçberan Şêxmûs Ehmed ji ajansa me re axivî û got: " Li gorî biryara ku Rêveberiya Xweser 10’ê Cotmeha 2020`an ji bo vegerandina malbatên sûriyeyî yên di kampa Holê de dimînin, dabû, îro 69 malbatên ji Dêrazorê ber bi warên xwe ve bi rê ketin. "

Ehmed da zanîn ku dê beşên din ên malbatên ji Dêrazorê ji kampê ber bi warên wan ve bêne rêkirin.

Ehmed diyar kir ku Rêveberiya Xweser, li gorî pîvanên mirovî koçberan ji kampê derdixe û dişîne herêmên wan û QSD’ê piştgiriya vê hewldanê dike.

Ehmed got dê piştgiriya koçberan bikin heta ku bikarin tev li civaka xwe bibin.

Ehmed bang li rêxistin û hêzên navneteweyî kir ku ji bo valakirina kampa Holê ji koçberên Sûriyeyî piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin.

Girêdayî heman mijarê cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Kantona Dêrazorê Fethî El Itêş destnîşan kir ku ji bo vegeran koçberên sûriyeyî, meclisê komîteyên şopandinê ava kirin da ku rewşa malbatên li herêmê bi cih dibin, bişopînin, alîkariyê ji wan re pêşkêş bikin û derfetên kar ji wan re peyda bikin.

El Itêş îşaret pê kir ku ruxmî zehmetiyan Rêveberiya Xweser sûriyeyiyan hemêz dike.

Piştî civîna dawîn a di navbera QSD`ê û rûspiyên kantona Dêrazorê de û nîqaşkirina rewşa kesên dê vegerin kantonê ev malbat vedigerin Dêrazorê.

(şx)

ANHA