Îsraîlê êrişî gundewarên Şamê kir

Îsraîlê ji başûrê Lubnanê ve êrişî bajarokekî gundewarên Şamê kir, li aliyekî din jî moşekek li Colana dagirkirî ya Sûriyeyê ket.

Îsraîlê êrişî gundewarên Şamê kir
3 kanûn, 2023   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku hêzên Îsraîlê ji başûrê Lubnanê ve gelek moşek avêtin derdora bajarokê Beyt Cin ê li gundewarên Şamê, lê heta vê kêliyê agahiyên der barê kuştiyan tune ne, her wiha ji xaka Sûriyeyê ve moşek avêtin Colana dagirkirî ya Sûriyeyê.

Îsraîlê di Cotmeh û Mijdarê de 7 caran, di nav de êrişeke hevbeş bi Amerîkayê re, xaka Sûriyeyê hedef girt.

(fr)