Sersaxî ji malbata şehîd Elî Zahir re hat dayîn

Xelkê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê di sersaxiya malbata şehîd Elî Zahir de soza şopandina rêça şehîdan heta serkeftinê da.

Sersaxî ji malbata şehîd Elî Zahir re hat dayîn
Sersaxî ji malbata şehîd Elî Zahir re hat dayîn
Sersaxî ji malbata şehîd Elî Zahir re hat dayîn
Sersaxî ji malbata şehîd Elî Zahir re hat dayîn
Sersaxî ji malbata şehîd Elî Zahir re hat dayîn
9 tebax 2024   18:48
QAMIŞLO

Xelkê bajarê Til Hemîsê û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî, rûspiyên eşîrên Ereb berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Elî Xidir Zahir. Konê sersaxiyê li gundê Selîme hat vedan.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hemze El Xelef sersaxî da malbata şehîd û got: "Em sersaxiyê ji tevahî malbatên şehîdên li Rojava dixwazin, bi taybet malbata şehîd Elî Xidir Zahir."

Li aliyekî din jî endama Kongra Star a Til Hemîsê Nexem El Ebdullah diyar kir ku rola ku şehîd piştî tevlêbûna xwe li nava hêzên leşkerî pêk aniye mezin bû, her wiha yekitiya nîştimanî û hevgirtin xurt kir.

Dûre endamê rêveber ê Komîteya Rêxistinê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Tariq El Ebdullah axivî û got: "Divê şehadeta Elî Zahir di mejî û dilê me de zindî be. Tiştê şehîd kiriye her kes pê serbilind e. Ji ber ku ji mala xwe ji bo serkeftina gelên bindest derket."

Her wiha yek ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Egîd Til Hemîs soza şopandina rêya şehîdan da û got ew ê li hember planên bi armanca pêkanîna tevlihevî û bêîstîqrariyê bisekinin.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

(fr)

ANHA