Serpêhatiya bavekî şehîd û 7 kurên wî yên şoreşger

Li eniyên şer dengê fîşekan û azadiyê bilind dibe. 7 bira ji bajarê Qamişloyê di oxira parastina welêt û dozê de destaneke îstisna nivisîsand. Çîroka wan her heft lehengên ku bavê wan di oxira azadiyê de şehîd bûye, vîna gelê ku serî natewîne rave dike û biryar daye fedekariyên xwe bike çîrûsk û pê rêya nifşên bê ronî bike.

Serpêhatiya bavekî şehîd û 7 kurên wî yên şoreşger
Serpêhatiya bavekî şehîd û 7 kurên wî yên şoreşger
16 ÇILE, 2025   02:25
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Çîrokên berxwedanê yên her gelekî hene ku serpêhatiyên wan gelan ên serînetewandin û ji bo azadiyê têkoşîn hilbijartin, bi fedakariyên xwe ji nifşan re dîrok nivisîn, vedibêjin.

Çîroka me çîroka lehengên rastîn in ku ruxmî zehmetiyan têkoşîn hilbijartin û di oxira azadiyê de, fedakariyên herî mezin kirin.

Bi zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêm re malbata Xelef Silêman li Qamişloyê dima, rêya azadiyê hilbijart.

2011ˋan Hêzên Parastinê hatin avakirin. Wê demê 5 endamên malbata Silêman tevlê bûn. Dûre ev hêz bû tovika Yekîneyn Parastina Gel (YPG) ku bi awayekî fermî 19'ê Tîrmeha 2012'an hate ragihandin.

Bavê malbatê Xelef tev li Şaredariya Gel a Qamişloyê bû. Lê dema şaredarî amadekariyên bîranîna salvegera duyamîn a şehîdên serhildana Qamişloyê dikir, DAIŞ'ê 11'ê Adara 2014'an êriş avahiya şaredariyê kir û di encamê de 10 endamên şaredariyê şehîd bûn ku di nav de Xelef hebû.

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Egîd Silêman ku kurê mezin ê malbatê ye got: "Li ser şehadeta bavê min, 2 birayên min tev li hêzên leşkerî bûn. Niha em 7 bira di hêzên parastinê de ne û dê axa xwe ji êrişkeran biparêzin. Me ev soz daye û dê li ser soza xwe bin."

DEMA XWÎN Û AX DIBE YEK

Di şerê Til Hemîsê yê sala 2014'an de kurê malbatê Orhan di çavê xwe de birîndar dibe. Orhan vê der barê de got: "Her birînek di laşê me de şahidê hezkirona me ji vê axê re ye. Dema birîndar bûm tenê birayên min ên di şer de hatin bira min ku çawa li kêleka wan bim. Şerê me hîna bi dawî nebûye."

Ji ber firehbûna eniyên şerê li dijî DAIŞ'ê, 7 bira ji hev qut bûn û her yek çû eniyekê. Lê dîsa jì rihek bûn.

SEKNA LI HEMBER ÊRIŞ Û XEWNÊN DEWLETA TIRK

Her 7 bira ne tenê şerê DAIŞ'ê kir, lê seferberiya giştî ya ku Rêveberiya Xweser û QSD'ê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ragihandiye, bersivandin û berê xwe da eniyên pêşîn û parastina bajaran kirin.

Der barê vê yekê de Egîd got: "Em amade ne her bosteke axa xwe biparêzin ne tenê Rojava. Bê xwestin em ê parastina her beşeke Kurdistanê bikin. Ev ax ne milkê me ye lê emant e."

MALBATEK TEV DI XIZMETA DOZÊ DE YE

Malbata Elî Xelef Silêman ji dê, bav, 7 xort û 3 keçan pêk tê. Ev malbat bûye mînaka cesaret û fedakariyê. Ne tenê kurên malbatê tê koşiyan, lê her sê keçên malbatê di xebatên civakî û lojistîk de kar dikin.

Çîroka bavê şehîd û her 7 birayên şoreşger, ne tenê çîrok e, lê destana têkoşîna gelekî ye. Ev 14 sal e şer li herêmê berdewam e, vê malbatê û gelek malbatên din îsbat kir ku fedakarî ne tenê gotin e, lê kirina ku di kêliyeke şer de tê jiyîn e.

(Şx/fr)

ANHA