Ji bo bîranîna 40 rojiya şehadeta Harûn Qamişlo-Jiyan HESEKÊ

Ji bo bîranîna 40 rojiya şehadeta Harûn Qamişlo-Jiyan HESEKÊ
16 ÇILE, 2025   08:00

 Di berxwedana dîrokî ya Tişrîn û Qereqozaq de navê Yekîneyên Şehîd Harûn ên QSD’ê derdikeve pêş. Li hemberî êrişên dagirkeran û çeteyên wan, çalakiyên hewayî yên Yekîneyên Şehîd Harûn bandorek mezin çêkiriye.

Yekîne piştî şehateda şervanê QSD’ê Harûn Qamişlo (Şêxmus Yusif) ku 7’ê Kanûna 2024’an li Minbicê şehîd bûye, ji bo bîranîna wî hatiye avakirin.

Navenda Ragihandinê ya QSDˈê di daxuyaniya îlankirina şehadetê de, diyar kiribû ku Harûn Qamişlo sala 2019’an tevlî refên QSD’ê bûye û heta roja şehadeta xwe bi biryardarî, israr, dîsîplîn û rihê bilind ê hevaltiyê li herêmên Heleb, Firat û Cizîrê têkoşîn kiriye. Di berxwedana efsenewî ya li Minbic, Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê de yek ji wan têkoşeran bûye ku jiyana xwe di rêya parastina welat û gelê xwe de bi şehadetê tacîdar kiriye.

Di daxuyaniyê dehatibû diyarkirin ku Ji bo wefadariya bi şehîd Harûn re hêzên QSD’ê avakirina Yekîneyên Şehîd Harûn ragihandiye û hatibû gotin: “Yekîneyên Şehîd Harûn li herêmên şer, bi taybetî li gundên Bendava Tişrînê û Minbicê dijmin tar û mar kirin. Avakirina Yekîneya Şehîd Harûn di vê pêvajoya çarenûsî de, asta pisporî û profesyonel a hêzên me ya li hemberî êrişên bejahî û hewayî yên dijmin nîşan dide.

SERPÊHATÎ Û TÊKOŞÎNA Ş. HARÛN QAMIŞLO

Îro çil rojiya şehadeta Harûn Qamişlo ye. Bi vê minasebetê min jî xwest hinekê behsa serpêhatî, têkoşîn û kesayeta wî bikim.

Kalikê Şêxmus Yusif (Harun Qamişlo) yê bi navê Hec Osê ji ber zilma Osmaniyan warê xwe yê qedîm herêma Mêrdînê li pey xwe dihêle û derbazî Cizîra binxetê ya ku wê demê di bin dagirkeriya Fransa de ye dibe. Destpêkê li taxa Hîmo ya bajarê Qamişloyê bi cîh dibin.

Zilma Osmanî û Fransa nebes bû, vê carê jî axayek zextê li ser wan dike û wan neçar dikin ku ji taxê derkevin. Hec Osê ji nava bajêr berê xwe dide gundê Mişêrfa yê ser bi Qamişloyê û li wir bi cîh dibin. Ji ber Hec Osê kesayetek navdar û di nava civakê de tê heskirin bû, di nava demek kin de çuna wî ya gund xwiyanî dibe û gund bi navê wî tê nasîn. Lewma navê gundê Mişêrfa dibe Mişêrfa Hec Osê.

Êşa ku kalikê Harun û bi giştî malbata wî ji destê dagirkeriyê kişandiye, qet nehatiye jibîrkirin. Lewma dema ku Rêber Abdullah Ocalan ji Bakûr derbasî qada Rojhilata Navîn dibe û navê tevgera azadiyê belav bû, bandor li Rojava û malbata Hec Osê jî dike. Dengê milîtanên tevgera azadiyê li nava gel belav dibe. Bi demê re êdî derfet çêdibe welatparêzên minteqeyê jî biçin qada Rêbertiyê. Ev yek bawerî bi malbata Hec Osê re jî çêdike û dibe yek ji malbatên destpêkê ku deriyê mala xwe ji milîtanên Rêber APO re vekiriye. Ji wê demê ve malbat ketiye nava xizmeta têkoşîna azadiyê û hêj jî bi hemû hêza xwe dewam dike. Harûn Qamişlo jî di nava vê malbatê de çavên xwe li dinyarê vekirine û bi van hestan mezin dibe. Ji nava malbata wan a mezin gelek ciwan tevlî nava refên şoreşê bûne û sê kurxalên Harun Qamişlo şehîd ketine.

YEKEM SERÎRAKIRINA LI HEMBERÎ MAMOSTE

Piştî malbat rêxistinê nas dike êdî çavê wan ji tiştekê natirse û carek din berê xwe didin nava bajarê Qamişloyê. Vê carê jî li taxa Hilêliyê bi cîh dibin. Lê Şehîd Harûn li gundê Mişêrfa hatiye dinê û li nava hewayê pak ê gund henaseya destpêkê ya jiyanê girtiye. Di zarokatiya wî de malbatê berê xwe daye nava bajêr. Ew zarokek hîperaktîf ê ku nizane di cihê xwe de bisekine, timî li kolanê di nava zarokan de ye. Hemû bîranînên Şehîd Harun li nava wê taxê ne, di nava wê taxê de mezin bûye, bi zarokên wê taxê re lîstiye û li dibistana wê taxê ya Colan xwendiye. Şeş sal dibistanê dixwîne, zêdetir bala wî li ser tiştên teknîkî ye. Li dibistana ku bi zimanê biyanî (Erebî) perwerde dibîne, bi nêzîkahiyên nîjadperest ên mamosteyan re rû bi rû dimîne. Li hemberî v3e nêzîkatiya mamosteyan serî hildide û nerazîbûna xwe nîşan dide.   

Li hemberî vê nêzîkahiya mamosteyan dilê wî ji xwendinê dimîne û naxwaze carekdin ruyê wan mamostayan bibîne. Piştî dest ji dibistanê berdide, bi xizmên xwe û kurê xalên xwe re dest bi karê seramîkan dike. Ji ber ku pir hîperaktîf e, her dixwaze di karên zor û zehmet de cîh bigire. Li ti tiştek ji vana ji bo lêgerîna wî nabe bersiv û dixwaze di nava xebatên tevgera azadiyê de cîh bigire. Tevlîbûna ciwanên malbatê û derdorê ya nava têkoşînê, bandorê lê dike û ew jî dixwaze tevlî nava xebatên şoreşê bibe. Destpêkê di nava HPC`ê de cihê xwe digire.

LÊGERÎNA TEKNOLOJIYA ŞER

Ji zaroktiya xwe ve Şehîd Harun, lêhûrbûna xwe zêdetir dide ser teknolojiya şer û yên leşkerî. Her diçe mereqa wî ya teknolojiya şer zêde dibe û dixwaze di nava karên teknîkê de cîh bigire. Di sala 2019`an de êrîşên ser Serêkaniyê û Girê Spî biryara wî zelal dike û berê xwe dide nava refên QSD`ê. Ji zarokatiyê ve strana ‘Harunê min westiyayî, pala xwe daye çiyayî’ guhdarî kiriye û her xwestiye tevlî nava xebatên şoreşê bibe, navê xwe jî bike Harun. Dema pêkanîna xeyalên xwe dîtiye, hem navê xwe dike Harun hem jî ji ber mereqa xwe ya teknîkê di yekîneyên hêzên hewayî de cihê xwe digire. Şehîd Harun bi tevlîbûnê re dibe kesayetek pir fedakar, bêtirs û bêdudilî. Tevahiya jiyan û mêjiyê xwe dide ser xebatên xwe yên leşkerî.

Piştî tevlî QSD’ê dibe, ciraneke wan li cem Şehîd Harun ji bavê wî re dibêje; “fikra kurê we, ji pratîka wî zêdetir e. Her cara tê nava taxê serdana me dike, em dibînin mezintir û zanatir bûye; diyare wê bibe kesayetek sade, mutewazi û di karê xwe de serkeftî.”

Şehîd Harun perwerde dike û rojane guherîn pêre çêdibin. Di nava demek kin de gelek guhertin û veguhertinê di kesayeta xwe de çêdike. Her cara diçe serdana malbatê, ji wan re girîngiya welatparêzî, nêrîna Rêber Apo ya li ser welatparêziyê vedibêje û dixwaze zêdetir di aliyê heskirina welat de wan zana bike. Li ser rastiya şoreşa Rojava û gelek mijarên din di sohbet û nîqaşên nav malbatê de agahdariyan dike. Di karê xwe de jî her diçe bêhtir bi siriyet û tedbîr tevger dike.

‘JI BO MIN JÎ KÊM MAYE’

Beriya şehîd bikeve bi qasî 17 rojan, diçe serdana malê û hemû malbata xwe ya mezin ziyaret dike. Dema ku dê vegere ser erka xwe, weke ku hîs kiribe wê carek din wan nebine, ji birayê xwe yê mezin re dibêje; “Ji bo min jî kêm maye” piştre diçe gel dayîka xwe, xatir ji wê dixwaze û wisa diçe. Piştî digihîje cihê xwe şer dest pê dike û tevlî şer dibe. Di 7`ê berfanbara 2024`an de li Minbicê tevlî karwanê şehîdan bû.

Piştî belavbûna nûçeya şehadetê, tevahiya cîran û hevalên Şehîd Harun yên taxê, gelekî bandor dibin. Di nav civakê de pêwendiyên wî yên bi derdora cîran û hevalên wî re hebûn û kesayetek civakî bû. Her ku dihat serdana malbata xwe pêre serdana tevahiya cîranên li nava taxê jî dikir. Ji ber wê ye hemû tax ji şehadeta wî bandor bûye û qala rojên dihat nava taxê dikin.