Serkeftiyên pêşbirka Mîhrîcana Osman Sebrî berhemên xwe îmze kirin

Helbestvanên ku di pêşbirka Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê de bi ser ketibûn, berhemên xwe îmze kirin. Narîman Evdikê aşkera kir ku mijara pêşbirka mîhrîcanê îsal berhemê şano ye.

Serkeftiyên pêşbirka Mîhrîcana Osman Sebrî berhemên xwe îmze kirin
Serkeftiyên pêşbirka Mîhrîcana Osman Sebrî berhemên xwe îmze kirin
Serkeftiyên pêşbirka Mîhrîcana Osman Sebrî berhemên xwe îmze kirin
Serkeftiyên pêşbirka Mîhrîcana Osman Sebrî berhemên xwe îmze kirin
Serkeftiyên pêşbirka Mîhrîcana Osman Sebrî berhemên xwe îmze kirin
Serkeftiyên pêşbirka Mîhrîcana Osman Sebrî berhemên xwe îmze kirin
Serkeftiyên pêşbirka Mîhrîcana Osman Sebrî berhemên xwe îmze kirin
10 adar, 2025   14:12
QAMIŞLO

6 helbestvan û nivîskar; Diyaa Îskender, Mîdiya Berekat, Mehmûd Ebdo, Kamîran Simo Hedilî, Ebdilbarî Ehmê û Ebûdê Mexo ku di pêşbirka 7`emîn a Mîhrîcana Osman Sebrî (2023) de bi ser ketibûn, îro li Baxçeyê Xwendinê yê Qamişloyê pirtûkên xwe îmze kirin.

Pirtûk wek diyarî ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatine çapkirin. Berhemên her şeş helbestvanan bi zimanê kurdî û erebî ne, helbestvan jî ji bajarên Laziqiyê, Efrîn, Qamişlo, Dêrik û derveyî welat in.

Di merasîma îmzekirinê de nivîskar, helbestvan, wêjevan, malbat û hevalên helbestvanan û endamên Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û Dîwana Wêjeyê amade bûn.

Endamê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Ebdulmecîd Xelef axivî û diyar kir ku diviyabû helbestvanan sala 2024`an pirtûkên xwe îmze bikirana, lê ji ber êrişên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê taloqî vê salê bû.

PIRTÛKXANEYA BI NAVÊ OSMAN SEBRÎ

Endama Rêveberiya Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Narîman Evdikê jî axivî û destnîşan kir ku lidarxistina Mîhrîcana Osman Sebrî bûye 2 salan carekê û wan biryar daye bi van pirtûkên ku di pêşbirkan de bi ser dikevin, di demên pêş de pirtûkxaneyekê bi navê Osman Sebrî vekin.

PÊŞBIRKA 2025`AN LI SER ŞANOYÊ YE

Narîman Evdikê navê pêşbirka mîhrîcanê ya ku 1`ê Mijdara 2025’an bê lidarxistin jî aşkera kir û got: “Îsal pêşbirka mîhrîcanê dê li ser şanoyê be, ji bo xalên xwegihandina wan jî dê di demeke nêz de ragihînin.”

Hunermend Beha Şêxo jî çend stran gotin. Dûre helbestvan Diyaa Îskender ê ji bajarê Laziqiyê axivî û hestên xwe anîn ziman û da zanîn ku di helbestên xwe de wî 3 tişt hêvî kirine, ketina rejîma Baasê ku niha ne li ser desthilatdariyê ye, çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd û gelê Filistînê.

Diyaa Îskender bal kişand ser rewşa heyî li Sûriyeyê, Kurdistanê û Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku ji bo pirsgirêka Kurd banga Rêber Abdullah Ocalan dê çareserî be, divê dewleta Tirk jî sîstema îşkence û qirkirinê êdî rake, azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bîne. Ji bo doza gelê Filistînê jî hêviyên wan ên çareseriyê hene.

Mîhrîcana Wêjeyê ya Osman Sebrî beriya 2023’yan di salvegera wefata siyasetmedar, wêjevan û helbestvanê Kurd Osman Sebrî (11ˈê Cotmehê) de dihat lidarxistin. Lê ji ber ev dîrok nêzî salvegera dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker a li Serêkaniyê û Girê Spî ye, mîhrîcan 1`ê Mijdarê tê lidarxistin.

(sb)

ANHA