Rejîma Îranê 82 welatiyên Kurd bin çav kirin

Li gor amarên Tora Mafên Mirov a Kurdistanê, di meha Sibata îsal de 4 girtiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin. Her wiha 82 welatî û çalakvanên Kurd jî li Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin.

Rejîma Îranê 82 welatiyên Kurd bin çav kirin
10 adar, 2025   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafên Mirov a Kurdistanê ragihand, di meha borî (Sibat) de 4 girtiyên Kurd ku xelkê Kirmaşanê ne, li girtîgehên Qizilhesar a Kerec û Dîzilawa ya Kirmaşanê bi tometên cûda hatine darvekirin. Her wiha du çalakvan û hunermendên Kurd jî bi tometên siyasî cezayê girtîgehê li wan hatine birîn.

Tora Mafên Mirov a Kurdistanê eşkere kiri ku di Sibata îsal de li bajarên Sine, Urmiye û Kirmaşan 82 welatî û çalakvanên Kurd ji ber sedemên siyasî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin.

Li gor heman agahiyên Tora Mafên Mirov a Kurdistanê parvekirine, heta niha jî çarenûsa piraniya kesên hatine binçavkirin nayê zanîn.

Hat diyarkirin ku di meha borî de li bajarên Sine, Mihabad, Seqiz, Selmas û Qurwe jî 9 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve ketine ber lêpirsînê.