Girtiyên li Girtîgeha Evînê ji bo Pexşan Ezîzî banga piştevaniyê kirin

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê cezayê îdamê ya li rojnamevan Pexşan Ezîzî hatî birîn, protesto kirin.

Girtiyên li Girtîgeha Evînê ji bo Pexşan Ezîzî banga piştevaniyê kirin
28 tîrmeh 2024   15:45
NAVENDA NÛÇEAYN

Li girtîgeha ewlehiya bilind a Evînê ya li peytexta Îran Tahranê ku girtiyên siyasî lê tên girtin, di şeva 27’ê Tîrmehê de red kirin ku bikevin qawîşên xwe. Xwediyê xelata aştiya Nobelê ya sala 2023’yan Nergîs Muhamedî jî ku ji sala 2021’an ve girtiye, di nava girtiyên çalakvan de bû. Çalakvanan cezayê darvekirinê yê li rojnamevan Pexşan Ezîzî ku di heman qawîşê de dihat girtin, protesto kirin.

Nergîs Muhammedî di 24’ê Tîrmehê de di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal X de, li dijî cezayê îdamê yê li Pexşan Ezîzî hatî birîn banga piştevaniyê kir û got: “Jinên li girtîgeha Evîn bi yek dengê vê dibêjin; ‘Em dixwazin cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatî birîn demildest were rawestandin. Em bang li her kesê dikin ku li gel girtiyên siyas û îdeolojîk dengê xwe bidin bihîstin.”

Her wiha hat zanîn ku serlêdanên parêzerên Pexşan Ezîzî yên ji bo hevdîtinê, nayên qebûlkirin.

Ji malbata Pexşan Ezîzî, Aso Ezîzî astengkirina hevdîtina parêzeran li ser hesabê xwe yê dîjîtal, ragihand. Aso Ezîzî diyar kir ku ev 3 hefte ne mafê hevdîtina xwişka wî ya bi malbat û parêzeran re tê astengkirin û nerazîbûn nîşanî vê yekê da.