Şerê Îsraîl û Hizbullahê dewam dike

Şerê Îsraîl û Hizbullaha Lubnanê dewam dike. Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê diyar kir ku di êrişên duh de bi kêmanî 37 kes hatine kuştin.

Şerê Îsraîl û Hizbullahê dewam dike
4 cotmeh, 2024   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya vê sibehê de ragihand ku nêzî 20 moşek ji Lubnanê ber bi deverên Heyfa û Keriyan û Celîl ve hatine avêtin. 

Artêşê diyar kir ku hin moşek hatin xistin û yên din li deverên vala ketine.

Hizbullahê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku vê sibehê saet di 07.00’an de herêma Keryot a li bakurê Heyfayê kiriye hedef.

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî ragihand ku di êrişên duh ên Hizbullahê yên li ser Lubnanê de bi kêmanî 37 kes hatine kuştin û 151 kes jî birîndar bûne.

Li gorî Ajansa National a Lubnanê (NNA), heya serê sibeha zêdetirî 10 êriş li ser hev li taxên başûrê Beyrûtê hatine kirin. Ajansê ev êriş wek a "Herî dijwar ji destpêka şerê Îsraîlê yê li ser Lubnanê ve" nirxand û da zanîn ku dengên teqînan li Beyrût û herêmên çiyayî yên derdorê hatin bihîstin.

Li gorî agahiyên ku wezîrê veguhastinê yê Lubnanê dane APF’ê, di êrişa artêşa Îsraîlê ya li dijî herêma Mesnaî ya li ser sînorê Sûriyeyê de rêya navneteweyî ya di navbera her du welatan de hatiye girtin.

Ji destpêka şerê Îsraîlê û Hemasê yê li Xezayê ve ku di 7’ê Cotmeha 2023’yan de dest pê kir, di navbera Hizbullahaa Lubnanê û Îsraîlê de jî şer li başûrê Lubnanê heye. Artêşa Îsraîlê ji 23’yê Îlonê ve êrişên xwe li ser Hizbullahê zêde kirine.

Artêşa Îsraîlê di navîna Îlonê de ragihandibû ku beşeke mezin a êrişên xwe veguhestina eniya başûr a Lubnanê û diyar kiribû ku ew dixwaza êrişên Hizbullahê yên li ser xaka bakurê xaka wê rawestîne û bihêle ku bi deh hezaran kesên ji ber şer reviyan, vegerin.

(bb)