Şerê Îsraîl-Îranê û bandora wê li ser Lubnanê

Medyaya Erebî nivîsî ku pevçûna di navbera Îran û Îsraîlê de ji rewşa leşkerî derbas dibe, û guerîneke bingehîn di hevsengiyên herêmî û navneteweyî de çêdike. Di heman demê de, Lubnan bi pirsgirêkên zêde re rû bi rû ye ku pêdivî bi destnîşankirina pêşîniyên zelal heye.

Şerê Îsraîl-Îranê û bandora wê li ser Lubnanê
8 nîsan, 2026   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Erebî îro bal kişandin ser bandorên şerê berdewam ê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîlê li dijî Îranê, û bandora wê li ser herêmê.

ŞERÊ KU HERÊMA ME Û CÎHANÊ HILDIWEŞÎNE Û JI NÛ VE AVA DIKE

Rojnameya El Şerq El Ewset nivîsî kir ku şerê heyî dibe egera ji nû ve şekildana hevsengiyên herêmî û navneteweyî, rewşê dişibîne "lîstika puzzel"ê ku tê de hilweşandin û ji nû ve komkirina pergalan heye.

Rojnameyê destnîşan kir ku pevçûn ne tenê bi aliyê leşkerî ve sînordar e, lê dirêjî veguherînên aborî û siyasî jî dibe, di nav de bandorên bihayên enerjiyê, guhertinên di pozîsyonên hêzên Rojavayî de, û dabeşbûnên di nav NATOyê de.

SENARYOYÊN JI BO LUBNANÊ DI ŞERÊ HERÊMÎ DE

Rojnameya Erebiye Indipendit li ser senaryoyên li Lubnanê nivîsî û diyar kir ku eniya Lubnanê dikare bibe yek ji qadên herî tevlihev, ji ber girêdaya di navbera faktorên navxweyî bi nakokiya herêmî re.

Rojnameyê destnîşan kir ku pirbûna navendên biryardanê di nav dewleta Lubnanê de, digel rola aktorên nehikûmî, hêza Beyrûtê ya strandina helwestek yekgirtî sînordar dike, û îhtîmala aloziyê zêde dike.

Rojnameyê her wiha behsa senaryoyên li ser erdê kir, wek berfirehkirina operasyonên leşkerî li ser sînorê başûr an guhertinên nexşeya desthilatdariyê di nav welêt de, ku aloziya berdewam a di navbera Îsraîl û Hizbullahê de hîna berdewam dike.

TEKANE VEBIJARKA LUBNANÊ

Rojnameya El Ereb a li Londonê bal kişand ser vebijarkên siyasî yên berdest ji bo Lubnanê, û destnîşan kir ku welat bi pirsgirêkên zêde re rû bi rû ye ku hewceyê pêşîniyên zelal in, ji ber bandorên şer û barê zêdebûna koçberiya navxweyî.

Rojnameyê diyar kir ku nebûna helwestek yekgirtî ya Lubnanê îhtîmala mijûlbûna bi qonaxa heyî re tevlihev dike, di demekê de ku zextên herêmî û navneteweyî zêde dibin.

Rojnameyê destnîşan kir ku rêça pêşketinên li Lubnanê dê bi giranî bi encamên nakokiyên berfirehtir ên li herêmê û encamên lihevkirina di navbera aliyên navneteweyî û herêmî ve girêdayî bimîne.

(k)