Li Qamişlo, Tirbesipî û Amûdê amadekariyên meşa mezin

Bajarê Qamişlo û navçeyên Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîs xwe ji bo meşa mezin a şermezarkirina salvegera komploya 15’ê Sibatê amade dikin.

Li Qamişlo, Tirbesipî û Amûdê amadekariyên meşa mezin
Li Qamişlo, Tirbesipî û Amûdê amadekariyên meşa mezin
Li Qamişlo, Tirbesipî û Amûdê amadekariyên meşa mezin
11 sibat, 2024   12:58
QAMIŞLO

Li Qamişlo amadekariyên meşa şermezarkirina komploya navnetewî (15 Sibat) ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatiye meşandin, tê kirin. 

Di çarçoveya bernameya Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, îro li Qamişlo komîteya amadekar a meşê civînek lidar xist.

 Endama Komîteya Amadekar Menîce Heyder di civînê de axivî û plansaziya meşê eşkere kir.  

Li gorî agahiyên ku Menîce dane, meş wê roja 15’ê Sibatê saet 11.00’an ji Çerxerêya Osman Sebrî ya li Qamişlo destpê bike û heta pêşiya Stadyuma Şehîdên 12’yê Adarê dom bike.

Ji navçeyên Tirbesipiyê, Amûdê, Til Hemis û gund-bajarokên girêdayî wan jî wê bi hezaran kes beşdarî meşê bibin.

Di çarçoveya amadekariyan de wê li navenda Qamişlo, navçeyên wê û gund-bajarokan serdanên malan bên kirin, belavok werin belavkirin û seyareyên anonsê li kolanan banga tevlîbûna meşê bikin.

(a)

ANHA