Serdana gundê JINWAR hat kirin

Şandeyek Kongra Star serdana gundê JINWAR a navçeya Dirbêsiyê kir. Her wiha bi boneya 8'ê Adarê Tevgera Nûjen a Kurdistanî Sûriya Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê xelat kir.

 Serdana gundê JINWAR hat kirin
 Serdana gundê JINWAR hat kirin
 Serdana gundê JINWAR hat kirin
 Serdana gundê JINWAR hat kirin
 Serdana gundê JINWAR hat kirin
 Serdana gundê JINWAR hat kirin
 Serdana gundê JINWAR hat kirin
 Serdana gundê JINWAR hat kirin
 Serdana gundê JINWAR hat kirin
 Serdana gundê JINWAR hat kirin
 Serdana gundê JINWAR hat kirin
 Serdana gundê JINWAR hat kirin
 Serdana gundê JINWAR hat kirin
 Serdana gundê JINWAR hat kirin
 Serdana gundê JINWAR hat kirin
6 adar, 2024   17:47
HESEKÊ

Di çarçoveya çalakiyên Roja Jinan a Cîhanê (8'ê Adarê) de, îro şandeyeke Kongra Star serdana gundê JINWAR a navçeya Dirbêsiyê ya kanrona Cizîrê kir. Her wiha Tevgera Nûjen a Kurdistanî Sûriya Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê xelat kir.

DIRBÊSIYÊ

Şandeyeke Kongra Star bi cil û bergên xwe yên folklorî serdana gundê JINWAR a navçeya Dirbêsiyê kir û 8'ê Adarê li jinên gund pîroz kir.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Hesekê Şukriye Hisên destnîşan kir ku avakirina gundekî wiha taybet bi jinan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bala tevahî cîhanê kişand ser rola jinan di civakê de.

Endama Kongra Star a Dirbêsiyê Foza Umer 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û soza domandina têkoşînê da.

Ji bo zêdekirina xemla gund û zêdekirina rûbera keskahiyê, şandeyê bi alîkariya jinên gund dar çandin.

Gundê JINWAR yekemîn gundê jinan ê Rojhilata Navîn e. Di 25'ê Mijdara 2018'an de hat avakirin, di heman Roja Cîhanê ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de, hat vekirin.

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê bi boneya 8'ê Adarê Tevgera Nûjen a Kurdistanî Sûriya xelatek pêşkêşî Meclisa Malbatên Şehîdan kir.

Şandeyek ji tevgerê serdana Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Til Hecerê ya Hesekê kir. Ew ji aliyê endam û rêveberên meclisê ve hatin pêşwazîkirin.

Rêvebera tevgerê Yasmîn Çaçan şehîdên azadiyê bi bîr anîn û fedakariya şehîdan ji bo avakirina jiyana birûmet ji bo gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kir û soza domandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan da.

Yasmîn Çaçan diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin da jinan û got: "Em bi saya wî îro li vir bi rûmet û serbilindî disekinin."

(mh)

ANHA