Desteya Hundurîn tedbîrên ewlekariyê ragihandin

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedbîrên ewlekariyê ragihandin; mîna çûn û hatina matorsiklêtan, erebeyên navîn û mezin di nav bajaran de qedexe ye. Ew tedbîr ji 6'ê Adarê heta 6'ê Nîsanê dikevin pratîkê.

Desteya Hundurîn tedbîrên ewlekariyê ragihandin
6 adar, 2024   18:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber hebûna gelek boneyan û ji bo parastina ewlehîn û aramiya herêmê ji xebatên terorîst, Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tedbîrên ewlekariyê ji îro 6'ê Adara 2024'an heta 6'ê Nîsana 2024'an, ragihandin.

Di giştînameya bi jimareya (1) a desteyê de wiha hat diyarkirin:

Çûn û hatina matorsiklêtan bi temamî di nav bajaran de qedexe ye.

Bi roj, di nava bajaran de ketin û derketina erebeyên barhilgir û sahrîcan (mezin û navîn) qedexe ye. Lê tenê saet ji 12:00ˊan êvarê heta bi 06:00ˊan sibehê dikarin têkevin û derkevin.

Lê erebeyên barhilgir û sahrîcên saziyên xizmetguzariyê, mna firin, aş û navendên tenduristiyê dikarin têkevin û derkevin.

Pêwîst e hemû komîn û meclis bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re alîkar bin û van tedbîran pêk bînin.

Em bang li gelê xwe dikin ku bi hêzên me re alîkar bin û ji bo her tevgereke gumanbar agahiyê bidin.

Ji bo cejna Newrozê daxuyaniyek din dê bê dayîn.