Şêniyên Til Hemîs: Em ê bi hevgirtina xwe êrişan têk bibin

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo sersaxî da malbata şehîd Xelîl El Hecî û teqezî bi têkbirina hemû siyaset û êrişên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û rêveberiya wan, da.

Şêniyên Til Hemîs: Em ê bi hevgirtina xwe êrişan têk bibin
Şêniyên Til Hemîs: Em ê bi hevgirtina xwe êrişan têk bibin
Şêniyên Til Hemîs: Em ê bi hevgirtina xwe êrişan têk bibin
Şêniyên Til Hemîs: Em ê bi hevgirtina xwe êrişan têk bibin
Şêniyên Til Hemîs: Em ê bi hevgirtina xwe êrişan têk bibin
Şêniyên Til Hemîs: Em ê bi hevgirtina xwe êrişan têk bibin
Şêniyên Til Hemîs: Em ê bi hevgirtina xwe êrişan têk bibin
Şêniyên Til Hemîs: Em ê bi hevgirtina xwe êrişan têk bibin
10 kanûn, 2023   19:57
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîs konê taziyeyê yê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Xelîl Ehmed El Hecî yê di 7'ê Kanûnê de li Dêrazorê şehîd bûbû li gundê Filistîn ê bajarokê Ceza yê navçeya Til Hemîs a Qamişlo vegirt. 

Di serî de endama Kongra Star a navçeyê Fereh El Şiwêş sersaxî da malbata şehîd û got: "Her roj em ji lehengekî ji lehengên azadiyê yên ku ji bo azadî û aramiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta dawiyê li ber xwe dane, xatir dixwazin."

Rêveberê Nivîsgeha Erka Xweparastinê ya navçeyê Seid El Elî der barê plan û êrişên dawîn ên li dijî gelên herêmê û rêveberiya wan a xweser de wiha axivî: "Aliyên dijberî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berpirsên fîtne û komployên li Dêrazorê ne, eşîrên ereb jî bêsûc in. Armanca wan têkbirina projeya demokratîk û têkbirina hevgirtina niştîmanî ya ku bi saya projeya neteweya demokratîk hatiye pêkanîn."

El Elî diyar kir ku ev plan bi saya yekitiya gelên Kurd, Ereb û Suryan û fedakariya şehîdan hatin têkbirin.

Endamê QSD'ê Serhed Ehmed soz da gelên herêmê û malbata şehîd Xelîl û malbatên hemû şehîdan ku rêya şehîdan ji bo parastina destkeftiyên şoreşê bidomînin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd Xelîl hat xwendin.

(mh)

ANHA