Di bersivdayîna QSD`ê de çeteyek hat kuştin

Çeteyên ku xwestin ji herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de êrişî noqteyeke QSD`ê bikin rastî bersivdayîna şervanên QSD`ê hatin. Di encamê de çeteyek hat kuştin û çeteyek birîndar bû.

Di bersivdayîna QSD`ê de çeteyek hat kuştin
10 kanûn, 2023   20:08
NAVENDA NÛÇEYAN

 Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku duh derengiya şevê çeteyan ji herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de, êrişî nuqteya QSD`ê ya li bajarokê Teyane yê girêdayî Dêrazorê kir. Di bersivdayîna QSD`ê de çeteyêk bi navê Mihemed Îbrahîm El Îd (El Zîb) hate kuştin û çeteyek birîdar bû.

QSD`ê diyar kir ku çete girêdayî saziyên ewlehiyê yên hikûmeta Şamê ne.

(şx)