Li Hesekê ciwanek hat kuştin

Di encama gulebaraneke ji hêla kesên nenas ve, li taxa Xiwêran a li bajarê Hesekê ciwanek li pêşiya mala xwe hat kuştin.

Li Hesekê ciwanek hat kuştin
2 tebax, 2026   14:19
HESEKÊ

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku ciwanê bi navê Ehmed Ebdulkerîm di encama gulebaranekê ji hêla kesên nenas ve li pêşiya mala xwe ya li taxa Xiwêran a li bajarê Hesekê hat kuştin. 

Li gorî çavkaniyan ew çekdar li ser motorîskilêtê bûn 4 gule yekser berda Ehmed Ebdulkerîm. Guleyeke li serê Ebdulkerîm ket û li cihê ku lê yekser hat kuştin, ew çekdar jî reviyan.

Heta niha têkildarî sedema bûyerê û nasnameya çekdaran nehatiye naskirin. Aliyên peywendîdar jî dest bi lêpirsînê kirine.

(sb)

ANHA