Li gundewarê Til Temirê mayinek teqiya û ciwanek birîndar bû

Li nêzîkî gundê Tel El Leban li gundewarê rojavayê Til Temirê, mayinek teqiya di encamê de ciwanek bi giranî birîndar bû û lingê wî yê rastê hat qutkirin.

Li gundewarê Til Temirê mayinek teqiya û ciwanek birîndar bû
2 tebax, 2026   14:51
HESEKÊ

Li nêzîkî gundê Tel El Leban li gundewarê rojavayê Til Temirê, mayinek teqiya di encamê ciwanê bi navê Hatim Mihemed Silêman, dema ku ji bo kontrolkirina mala xwe diçû gund, birîndar bû û lingê wî yê rastê hat qutkirin.

Ciwanê birîndar pêşî birin nexweşxaneyek li Til Temirê, li wir alîkariya yekem wergirt, piştre ji ber giraniya birînên wî ew ji bo dermankirinê veguhastin nexweşxaneyek li Hesekê.

(k)

ANHA