Şêniyên Şedadê û Kobanê: Em li pişta QSD'ê ne

Şêniyên bajarê Şedadê û Kobanê êrişa ku çekdarên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hikumeta Şamê li kantona Dêrazorê pêk aniye, şermezar kir. Her wiha şêniyan piştgiriya xwe ji QSD'ê re nîşan da.

11 tebax 2024   18:07
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê bi meşekê piştgiriya xwe ji şêniyên Dêrazorê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re li hemberî êrişên çekdarên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hikumeta Şamê, nîşan da.

Meş ji qada Jina Azad a li navenda bajêr dest pê kir û ber bi qada Aştiyê ve bi rê ket.

Li wir, cîgira hevseroketiya Meclisa Rêveber a kantona Firatê Mizgîn Xelîl wiha axivî: "Em li pişta gelê me yê Dêrazorê ne ku li hemberî êrişên qirkirinê yên çekdarên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hikumeta Şamê li ber xwe didin. Em ê bi hêz û îradeya neteweya demokratîk van êrişan têk bibin. Her wiha em piştgiriya xwe ji QSD'ê re ku aramî û ewlehiya herêmê diparêze, nîşan didin."

Her wiha cîgirê hevseroketiya meclisa bajarê Girê Spî Heza Mihemed destnîşan kir ku gelê herêmê amade ye ji bo jiyana birûmet fedakariyê bike.

ŞEDADÊ

Di heman çarçoveyê de, şêniyên bajarê Şedadê, Erîşe, Mergede, Ebûfas û Ebdan bi meşekê êrişên çekdarên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hikumeta Şamê şermezar kirin. Meş li pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya bajarê Şedadê dest pê kir û ber bi Parka Rêber Abdullah Ocalan ve bi rê ket.

Li wir endama Partiya Sûriya Pêşerojê Fatme El Elî piştgiriya xwe ji QSD'ê re li dijî êrişên komên girêdayî hikumeta Şamê yên ku dixwazin fitneyê peyda bikin, ewlehî û aramiya herêmê têk bibin, nîşan da.

Endamê rêveber ê rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Şedadê Fadil El Ehmed bi navê şêniyên herêma başûr ew êrişên terorî yên li dijî aramiya herêmê û li dijî QSD'ê û hewldanên peydakirina fitneyê şermezar kirin.

El Ehmed got: "QSD zarokên me ne û me temsîl dikin. Wan ji bo rizgarkirina xaka dagirkirî fedakarî kir û hîn jî dike."

Meş bi silogana ˊNa ji xwînrijandinê reˊ ûˊEm hemû QSDˊê neˊ bi dawî bû.

(mh)

ANHA

Kobanê