Xelkê Hesekê û Dirbêsiyê sersaxî da şehîdên YPGˊê û YPJˊê

Şêniyên Hesekê û Dirbêsiyê sersaxî da her du şervanên YPGˊê Mihemed û Beşar û şervana YPJˊê Ronya Mihemed Elî û soza şopandina rêça wan da.

20 sibat, 2024   16:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Hesekê merasîma sersaxiyê ya du şervanên YPGˊê Mihemed Mano û Beşar Mihemed hat lidarxistin, her wiha li Dirbêsiyê jî merasîma sersaxiyê ya şervana YPJˊê Çiyajîn Dirbêsiyê (Ronya Mihemed Elî) hat lidarxistin.

Bi sedan xelkê Hesekê û gundewarên wê ji saetên sibehê ve berê xwe da konê sersaxiyê yê li taxa Miftî hatiye vedan.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Rêber Haco sersaxî da her du malbatên şehîdan û got: "Cihê şehîdan bilind e."

Haco wiha domand: "Em ê rêça wan bişopînin û xizmetî welatê xwe bikin. Her gelekî xwedî doza û dixwaze di welatê xwe de bi azadî û rûmet bijî divê fedakariyan bide. Ne ji fedakariyên şehîdan bûya pêkhateyan bi zimanê xwe nediaxivî."

Yek ji fermandarên QSDˊê Çekdar Hesekê axivî û got: "Çiqas dijmin êrişên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xurt bike nikare vîna û îsrara me têk bibe û me ji berxwedanê bi dûr bixe.  Me bi hezaran şehîdan dan û em amade ne hîna jî di oxira gelê me bi azadî bijî de bidin. Em soz didin şehîdan li ser rêça wan bin."

Endamê rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Hesekê Idrîs Oso axivî û wiha got: "Van her du şehîdan heta şehadetê di oxira pêkanîna armanca vegera li Serêkaniyê de li ber xwe da."

Li Dirbêsiyê jî bi sedan xelkê navçeyê berê xwe da konê sersaxiyê yê Meclisa Malbatên Şehîdan li pêşa mala şehîd a li taxa Xerbî vedaye.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Merdiye Xelîl sersaxî da malbata şehîd û got: "Vîna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji êrişên dijmin bi hêztir e."

Her wiha cîgirê hevserokatiya Meclisa Navçeya Dirbêsiyê Ednan Kalo axivî û wiha got: "Têkoşîna gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê têk birin. Divê gel û ciwanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîn û berxwedana xwe li dijî planên dijmin xurt bikin."

Li aliyekî din jî yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Amûdê Rohat Sîno soza têkoşîna rêça şehîdan û tolhildanê da.

Bavê şehîd Çiyajîn, Mihemed Elî soza şopandina rêça şehîdan û şopandina fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan da.

(fr)

ANHA