Şêniyên Reqayê şehîd Ebdulsamad El Hemûd oxir kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di merasîma oxirkirina şehîd Ebdulsamad El Hemûd de soz da ku parastina axa herêmê berdewam bike.

Şêniyên Reqayê şehîd Ebdulsamad El Hemûd oxir kir
Şêniyên Reqayê şehîd Ebdulsamad El Hemûd oxir kir
Şêniyên Reqayê şehîd Ebdulsamad El Hemûd oxir kir
Şêniyên Reqayê şehîd Ebdulsamad El Hemûd oxir kir
Şêniyên Reqayê şehîd Ebdulsamad El Hemûd oxir kir
Şêniyên Reqayê şehîd Ebdulsamad El Hemûd oxir kir
Şêniyên Reqayê şehîd Ebdulsamad El Hemûd oxir kir
Şêniyên Reqayê şehîd Ebdulsamad El Hemûd oxir kir
8 sibat, 2024   16:07
REQA

Şêniyên Reqayê bi merasîmeke bi heybet şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulsamad El Hemûd li Goristana  Şehîdan a gundê Hikumiye yê bakurê bajarê Reqayê oxir kir. 

Şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ebdulsamad El Hemûd di êrişeke bi guleyan de dema gel û axa xwe diparast 6`ê Sibatê li Reqayê şehîd bûbû.

Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rûspiyên êlan, Kombûna Jinan a Zenûbya, meclis, komîn û partî tev li merasîma oxirkirinê bûn.

Di merasîmê de ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Reqayêp Salim El Sabr axivî û got: "Em mizginiyekê didim we ku hêzên me çeteyên ku hevalê me Ebdulsamad şehîd xistine, hatin girtin. Em ê wan radestî edaletê bikin ji bo ku cezayê adil bibin. Em soz didin şehîd Ebdulsamad û tevahî şehîdan ku parastina herêmên xwe ji terorê berdewam bikin."

Hevseroka Rêxistinên Civaka Demokratîk Rûdîn Mihemed jî fedakariyên şehîdan silav kir û got: "Şoreşa me şoreşeke modern û şaristanî ye ku jin pêşengiya wê dike û ji bo azadî û rastiyê tê dikoşe."

Dûre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê Nadye El Ehmed wesîqeya şehadeta şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Piştre girseya gel cenazeyê şehîd li goristanê veşart.

(şx)

ANHA