Şêniyên Kobanê: Em ê bangên Rêber Apo ji xwe re esas bigirin

Şêniyên Kobanê destnîşan kir ku ew bangên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo aştî û civakeke demokratîk esas digirin.

Şêniyên Kobanê: Em ê bangên Rêber Apo ji xwe re esas bigirin
28 sibat, 2026   15:49
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Şêniyên bajarê Kobanê têkildarî salvegera yekemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan nêrînên xwe anîn ziman.

Evîn Berewad diyar kir ku ew bi dil û can peyama Rêber Abdullah Ocalan a ku di salvegera yekemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk de şandiye hembêz dikin û wiha got: "Bi saya peyamên Rêber Apo wê pirsgirên Rojhilata Navîn çareser bibin û wê gel di nava aramî û azadiyê de bijî. Em ji kela berxwedanê Kobanê silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin û em ê peyamên Rêber Apo ji xwe re esas bigirin. Em ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin û rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin."

Zehê Elî Eyûb destnîşan kir ku ew li pey peyamên Rêber Abdullah Ocalan in û wiha got: "Em ji Kobanê hata Îmraliyê ji Rêber Apo re silavên xwe dişînin. Rêber Apo wê hemû pirsgirêkan çareser bike, ji ber ku bê Rêber Apo tu pirgirêk nayên çareserkirin. Di peyama Rêber Apo de gelek xalên girîng hebûn, divê her kes peyamên Rêber Apo ji xwe re esas bigire û li gorî wan bimeşe.”

Îbrahîm Mislim jî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di 27`ê Sibata 2025`an de Banga Aşitî û Civaka Demokratîk kiribû û niha jî peyameke din şandiye û got: "Bangên Rêber Apo ji bo aşitiyê ne, ji bo ku bi riya aşitiyane hemû pirsgirêk were çareserkirin. Divê em jî xwedî li bangên Rêber Apo derkevin û ji xwe re esas bigirin. Em ê her tim li pey peyamên Rêber Apo bin û ji xwe re bikin eas.”

ANHA