Li Qamişloyê hewl tê dayîn kursiyan ji bo dibistanan peyda bikin

Li bajarê Qamişloyê û gundewarên wê bi alîkariya şênî û rêxistinan hewl tê dayîn ku kursiyan ji bo dibistanan peyda bikin û yên xirabbûyî temîr bikin.

Li Qamişloyê hewl tê dayîn kursiyan ji bo dibistanan peyda bikin
Li Qamişloyê hewl tê dayîn kursiyan ji bo dibistanan peyda bikin
Li Qamişloyê hewl tê dayîn kursiyan ji bo dibistanan peyda bikin
Li Qamişloyê hewl tê dayîn kursiyan ji bo dibistanan peyda bikin
Li Qamişloyê hewl tê dayîn kursiyan ji bo dibistanan peyda bikin
Li Qamişloyê hewl tê dayîn kursiyan ji bo dibistanan peyda bikin
13 mijdar, 2026   06:08
QAMIŞLO
JÎNDA DILSOZ

Navenda Perwerdeyê ya Qamişloyê diyar kiribû ku ne tenê pirtûkên dibistanan û kadroyên perwerdeyê nîn in, her wiha pêdivî pê heye ku derî, elektrîk, kanalîzasyon û pencereyên dibistanan werin çêkirin. Navendê diyar kiribû ku pêdiviya dibistanên Qamişloyê û gundewarên bi 10 hezar kursiyan heye.

Li bajarê Qamişloyê û gundewarên wê 225 dibistan hene, ji wan 10 dibistan koçber lê ne û dibistanên dîtir jî li gorî derfetên heyî pêşwaziya xwendekaran dikin.

Der barê rewşa dibistan û xwendinê de ajansa me li navenda perwerdeyê ya Qamişloyê vegeriya û li gorî agahiyên rêveberê Navenda Perwerdeyê ya Qamişloyê Ednan Talo dane, hîna gelek pêdiviyên dibistanan pêk nehatine û li hemû dibistanan nexebitîne. Talo anî ziman ku hewldanên ji bo pêkanîna pêdiviyên dibistanan û temîrkirina wan didomin.

Şênî û rêxistinan li gorî derfetên heyî hinek pêdiviyên dibistanan pêk anîn. Rêxistina Aştî 90 kursî û ya UNICEF jî 400 kursî li dibistanan belav kirin.

Talo diyar kir ku wan 35 dibistan wek navendên ezmûnan amade kirin lê dibistanên dîtir hîna pêdiviya wan bi elektrîk, text û hwd heye û divê ew nêzî 8 hezar kursiyan ji bo dibistanan dabîn bikin.

Ji bo çareseriyê jî Talo destnîşan kir ku tu plansazî yan jî budçe ji bo pêdiviyên dibistanan nehatine dayîn, soz tên dayîn lê di pratîkê de tu plansazî nîn in.

Ev krîz bandorê li xebatên perwerdeyê dike. Rewşa dibistanan têrê nake ku xwendekar sîsematîk bixwînin. Lewre divê ev pirsgirêka perwerdeyê bi lez were çareserkirin.

(np)

ANHA